Ji ber êrîşa li Îdlibê NATO wê îro derasayî bicive

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê li ser Twitterê ragihand ku li ser daxwaza Turkiyeyê benda 4emîn ya Peymana Atlantîka Bakur ya NATOyê disepînin.

Ji ber êrîşa li Îdlibê NATO wê îro derasayî bicive

Hat ragihandin piştî êrîşa li Îdlibê li ser daxwaza Turkiyeyê NATO wê îro derasayî bicive.

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê li ser Twitterê ragihand ku li ser daxwaza Turkiyeyê benda 4emîn ya Peymana Atlantîka Bakur ya NATOyê disepînin.

Stoltenberg diyar kir Konseya Atlantîka Bakur wê bi nûnerên daimî bicive û geşedanên li Sûriyeyê bên gotûbêjkirin.

Benda 4emîn ya NATOyê

Li gor benda 4emîn ya Peymana Atlantîka Bakur ya NATOyê heger dijî yekîtiya ax, serxwebûna siyasî û ewlehiya mutefîqan gef û talûke çêbe tê xwestin ku destekê bidin hemû mutefîqan.

Turkiyeyê herî dawîn di 2015an da xwestibû ku benda 4emîn bê sepandin û li ser vê NATOyê ji ber gef û talûkeyên ji Sûriyeyê çêdibin ji bona Turkiyeyê tevdîrên pêbaweriyê qabûl kiribû.

Ji ber vê li herêma dewriyeya balafirên çavdêriyê û hişyariyê (AWACS), li Behra Sipî zêdekirina hêzên eskerî û xebatên çavdêrî, keşif û îstixbaratê wek tevdîr hatibûn qebûlkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE