"Ji ber vê janê êdî taqeta min nemaye"

Songul Altintaş:"Ji ber vê janê êdî taqeta min nemaye. Em 6 sale li pey kurê min in. Me ne got havîn û zivistan şewb û vîrus em ji vê derê ranebûn. Ez ê heta dawiyê jî ranebim."

"Ji ber vê janê êdî taqeta min nemaye"

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê bi hêviya bigihîjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê dabûn destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 352emîn.

Ji dayikan Songul Altintaş a ku 6 sal berê kurê wê Muslum bi mebesta eskeriyê derketibû rê û ji hêla terorîstên PKKê va hatibû revandin diyar kir heta ew negihîje ewladê xwe dev ji çalakiyê bernade û wiha dewam kir: "Bese êdî bila dengê me bibihîsin û zarokên me berdin. Heke can dixwazin bila werin û min bibin. Ji ber vê janê êdî taqeta min nemaye. Em 6 sale li pey kurê min in. Me ne got havîn û zivistan şewb û vîrus em ji vê derê ranebûn. Ez ê heta dawiyê jî ranebim."

Celîl Bektaşê ji bo kurê xwe Yûsûf di çalakiyê da ye jî got ku kurê wî ji Serokatiya Bajêr a HDPê şandine serê çiyê û ew heta kurê xwe hilnede naçe û wiha domand: "Li vê derê hema bêje va sala me diqede û heta niha kes derneket û ji me ra negot kurê te ji vê derê neçûye. Montê kurê min li vê derê derket."

Bektaş destnîşan kir ku HDP û PKK bi mijara pirsgirêka Kurd va mirovan dixapînin û wiha pê da çû: "Kurdbûneke çawa ye ev tinazê xwe bi miletê dikin. Kîjan pirsgirêka Kurd? Derew dikin û miletê dixapînin. Bila hin kes qîrîna van malbatan bibihîsin. Heta kurê min neyê ez ji vê derê naçim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE