Ji Berdevkê AK Partiyê Çelik daxuyaniya li ser êrîşa li İdlibê

"Rêkeftina İdlibê ji hêla rejimê careke din jî hat binpêkirin. Rejim dê bersiva vê yekê tundtir bistîne"

Ji Berdevkê AK Partiyê Çelik daxuyaniya li ser êrîşa li İdlibê

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik ragihand ku bi êrîşa li İdlibê ku 4 esker şehîd bûn va rêkeftina İdlibê ji hêla rejimê va careke din jî hat binpêkirin û lewma jî rejim dê bersiva vê yekê tundtir bistîne.

Çelik di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da destnîşan kir ku bersiva êrîşa xaîn a dijî eskerên Tirk hat dayîn û tê dayîn.

Çelik diyar kir ku ciyê eskerê Tirk digel ku pêşda hatibû kordînekirin, rejima Suriyeyê êrîş kir û wiha dewam kir:

"Rêkeftina İdlibê ji hêla rejimê careke din jî hat binpêkirin. Rejim dê bersiva vê yekê tundtir bistîne. Hêzên Çekdarên Tirk ji bo rûnedana pevçûnan, ji bo têkoşîna dijî terorê û parastina xelkê sivîl hewil dide, lêbelê rejim fealiyeta terorê dike. Rejim mîna rêxistineke terorê tevdigere ku ev yek ji bo hemû herêmê gefek e.

Hêza Hêzên Çekdarên Tirk heye ku bi awayê herî giran bersiva her êrîşekê bide. Têkoşîna me ya dijî terorê bênavber dewam dike. Serê miletê me sax be. Rehmet li qehremanên me be. Yên ku ev êrîş pêk anîn dê berdêla wê bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE