Ji Berdevkê Serokomariyê Kalin daxuyaniya 15ê Tîrmehê

Kalin diyar kir ku rêxistina xaîn FETO ya ku xwe li taşerontiya hêzên emperyalîst daniye û ketiye dilqê dîn û perwerdeyê, armancên xwe pêk neanî, gel di encama vê têkoşînê da bi ser ket. Kalin bal kişand ji bo ku mûsîbeteke wiha careke din neyê serê Turkiyeyê, ew ê yekîtiya xwe xurt bikin û bi hev ra bixebitin.

Ji Berdevkê Serokomariyê Kalin daxuyaniya 15ê Tîrmehê

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got, "Têkoşîna dijî FETOyê bi cîbicîkirina rêgezên serweriya hiqûqê û parastina maf û azadiyên sereke, deşîfrekirina sazûmaniya rêxistinê ya di nava dewletê da û darizandina mensûbên wê ya li ser bingeheke adil va didome û her wiha li ber dadgehên serbixwe hesap tê pirsîn." 

Kalin di daxuyaniya xwe da ku bi minasebeta 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiye Neteweyî da, diyar kir ku di 4emîn sala hewildana derbeyê ya 15ê Tîrmehê da Turkiye ji bo parastina demokrasî û azadiya xwe, xwedî biryardariyeke temam e.

Kalin diyar kir ku rêxistina xaîn FETO ya ku xwe li taşerontiya hêzên emperyalîst daniye û ketiye dilqê dîn û perwerdeyê, armancên xwe pêk neanî, gel di encama vê têkoşînê da bi ser ket. Kalin bal kişand ji bo ku mûsîbeteke wiha careke din neyê serê Turkiyeyê, ew ê yekîtiya xwe xurt bikin û bi hev ra bixebitin.

Kalin da bibîrxistin ku di hewildana derbeyê ya komeke têkildarî FETOyê ya di nava Hêzên Çekdarên Turkiyeyê(TSK) da veşartî da Kuliyeya Serokomariyê, Meclisa Mezin a Gel a Turkiyeyê, gelek sazî û axa welat hemû ket ber êrîş û hewildana dagirkirinê.

Kalin diyar kir ku derbekarên xaîn heman şevê li dijî Serokomar Recep Tayyip Erdogan û malbata wî hewla sûîqesdekê dan û wiha got, "Li ser bangewaziya Serokomarê me, gelê me daket ser kolanan da ku rê li hewildana derbeyê bigire û her wiha ligel ku bi F-16, tank û çekên giran hatin gulebarankirin, bi berxwedaneke nedîtî û qehremaniyeke mezin derbeya xwînî têk birin. Wê şevê 251 welatiyên me yên bêguneh bi guleyên derbekarên xaîn hatin şehîdkirin, 2 hezar û 194 welatiyên me jî bûn xazî. Em ê van tu wextî ji bîr nekin, nedin jibîrkirin."

 "Welatên Rojava di vê mijarê da ezmûneke baş nedan"

Kalin bal kişand ku rûyê rastîn ê FETOyê êdî bi temamî eşkere dixuyê ku bi salan bi dilqê dîn, perwerde û civaka sivîl va rêderketîtiya xwe veşart û qelb û zihnê însanan dagir kir û wiha dewam kir:

"Têkoşîna dijî FETOyê bi cîbicîkirina rêgezên serweriya hiqûqê û parastina maf û azadiyên sereke, deşîfrekirina sazûmaniya rêxistinê ya di nava dewletê da û darizandina mensûbên wê ya li ser bingeheke adil va didome û her wiha li ber dadgehên serbixwe hesap tê pirsîn."

Kalin diyar kir ku ji bo bidawîkirina fealiyetên FETOyê yên dijiî Turkiyeyê yên li dervayî welêt jî xebat tên meşandin û wiha got:

"Turkiye ji bo welatên di bin gefa terorê da helwesteke li ser asasê ewlekariya neteweyî nîşan dide, lê nexasim welatên Rojava di vê mijarê da ezmûneke baş nedan. Serkirdeyê FETOyê hê jî bo welatê me nehatiye îadekirin û destûr tê dayîn ku li Amerîkayê rûnê, lewma ev yek siyê dixe ser ruhê mitefiqiya Turkiye û Amerîkayê."

Kalin bal kişand ku bira şika tu kesî ji wê yekê tunebe ku Turkiye dê têkoşîna xwe ya dijî FETO, PKK, DEAŞ û hemû rêxistinên terorê yên din bibiryar bidomîne û dê demokrasî, azadî û serxwebûna xwe li dijî her cure gef û xetereyê biparêze û wiha got, "Ez şehîdên me yên 15ê Tîrmehê ku ji bo welatê xwe bi qehremanî canê xwe dan, bi rehmet û minet bi bîr tînim. Ez hêvî dikim ku ruhê 15ê Tîrmehê ku nîşaneya yekîtiya me ya neteweyî ye, nifş bi nifş dewam bike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE