"ji bo 1.8 milyon esnaf û sinetkarî 93,4 milyar lire kredî hat dayîn"

Serok Erdogan di Komcivîna AK Partiyê de axivî...

"ji bo 1.8 milyon esnaf û sinetkarî 93,4 milyar lire kredî hat dayîn"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Derewa ku Tirkiye li Sûriyeyê Kurdan ji xwe ra dike hedef buxtaneke bêbext û kirêt e."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir helwest û meşreba Serokomarê vî welatî eşkere ye û got ku faşîstiya herî mezin ew e ku bi zorê pê bîrayê bidin vexwarin û Mozart bidin guhdarîkirin û wiha dewam kir: "Ji jinên sergirtî yê wî welatî ra gotina 'herin Erebistana Siûdî' fîşîstiya herî mezin e. Du sê roj berê ji qîzên me yên servekirî, sergirtî ra radibin dibêjin 'herin Erebistana Siûdî, li vê derê çi karê we heye' hela halê wan bifikirin. Navê vê jî çî ye, hunermendî ye, kerem bikin."

Erdogan destnîşan kir wê alîkariya ceyranê bidin welatiyên hewcedar û wiha axivî: "Welatiyên me yên hewcedar yên her gav alîkariya civakî distînin wek dewlet em ê mehê heta 150 KîloWatt saetî alîkariya xerckirina ceyranê bidin. Di vê çarçoveyê da ji nêzî 2 milyon û nîvî zêdetir malan da her meh nîvendî 80 lire fatûreya ceyranê dewlet wê bide."

Serok Erdogan ji bona deynên kartên krediyê mizgînî da û wiha peyivî: "Bi wesîleya Bankeya Ziraetê deynên kartên krediyê yên welatiyên me yên ku nikarin bidin wê li cem hev bê komkirin. Welatiyên me deyndarê kîjan bankeyê dibin bira bibin bi krediya ku wê ji Bankeya Ziraetê bistîne wê deynê xwe bidin. Di heyama desthilatdariyên AK Partiyê da bi tevahî ji bo 1.8 milyon esnaf û sinetkarî 93,4 milyar lire kredî hat dayîn. Di sala 2002an da faîza ji bo krediya didan esnafan ji sedî 45 bû û îro ev rêje heta ji sedî 5an daketiye. Halkbankê ji bo esnaf û sinetkaran wek krediya pêşxistina karsaziyê ku bikaribin hewcariyên xwe hel bikin wê di sala 2019an da ji bo 350 hezar esnafî nêzî 22 milyar kredî bide."

Erdogan destnîşan kir ji bona kargehên ku xebatkarên wan yên bisîgorte 500 û jê zêdetir in alîkariya prîmên sîgorteyê ku 3 puan bû derdixin 5 puanî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Bi saya pifika DEAŞê ya bi destê eskerên me yên qehreman hat valakirin Sûriye kete pêvajoya xilasbûna ji vê belayê. Lêbelê mimkûn nîne ku em peyama Bolton ji Îsraîlê da qebûl bikin û di binî da bimînin."

Erdogan diyar kir derewa ku Tirkiye li Sûriyeyê Kurdan ji xwe ra dike hedef buxtaneke bêbext û kirêt e û wiha got: "Di demeke pir nêz da ji bo ku rêxistina terorê ya li ser axa Sûriyeyê bêtesîr bihêlin emê dest bi xebatê bikin. Dema ku di vê merheleya mudaxaleya me da hin rêxistinên terorê yên din bixwazin ji me ra astengiyan derxin wek deynê li stûyê me, emê ji heqên wan jî bên der."

Serok Erdogan diyar kir li Fransayê di nav êlegzeran da PKK heye û wiha got: "Gelo lêkolîn kirin? Em ji vir dizanin. Sibê li dewletên din jî wê heman tişt biqewime."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE