Ji bo Elezîz, Tuncelî û Bîngolê hişyariya baranê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 13emîn a Meteorolojiyê li herêma ku Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyamanê di xwe da dihewîne wê heta sibê hewa pir ewrabî be.
Li Adiyaman, Meletî û Elezîzê wê barana gur bibare. Li Tuncelî û Bîngolê jî şilope wê çêbibe û cihên bilind jî berfê bibare.
Li 5 bajaran germahiya hewayê wê di navbera 5 û 7 pileyan da kêm bibe. Ji aliyê bakur û bakurê rojava jî car caran wê ba çêbibe.
Meteorolojiyê ji ber barana gur hişyarî da welatiyan ku ew baldar bin.AA