Ji bo AK Partiyê 7 hezar û 180 kesî serlêdana bernamzediyê kir

Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz got: "Di navbera 5-16ê sermawezê yên ku me serlêdanên ji bo şaredariyê qebûl kirin de bi tevahî 7 hezar û 180 kesî ji bo bernamzediya şaredariyê serî lê da."

Ji bo AK Partiyê 7 hezar û 180 kesî serlêdana bernamzediyê kir

Arîkarê Serokê Giştî û Serokê Karên Hilbijartinê yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz da zanîn ku di navbera 5-16ê sermawezê de bi tevahî 7 hezar û 180 kesî ji bo bernamzediya şaredariyê serî lê da.

Yavuz di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bi bîr xist ku serlêdanên bernamzediya şaredariyê yên AK Partiyê di 5ê sermawezê roja duşemê destpê kirin. Yavuz da zanîn ku serlêdan di 16ê sermawezê roja înê saet 24.00ê de xilas bûn û serlêdanên ji bo endamtiya meclisa giştî ya bajêr û şaredariyê jî dê heta 3yê kanûna pêşîn roja duşemê dewam bikin.

Yavuz di daxuyaniya xwe de got ku "Di navbera 5-16ê sermawezê yên ku me serlêdanên ji bo şaredariyê qebûl kirin de bi tevahî 7 hezar û 180 kesî ji bo bernamzediya şaredariyê serlêdan kir."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2018, 09:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE