Ji bo aştiyê 5 rojên Serok Erdogan yên xebatên dîplomasiyê

Ji bo aştiyê 5 rojên Serok Erdogan yên xebatên dîplomasiyê

Piştî ku di 24ê sibatê da şerê Rûsya û Ukraynayê dest pê kir, Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo agirbestê, seba ku sivîl ji herêmê werin texliyekirin û aştî çêbibe xebatên dîplomatîk dimeşîne. Ev xebat bi hevdîtinên îro û bi Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê dewam dike.

Ji rojên ewil ên rageşiya Rûsya-Ukraynayê heta niha Serok Erdogan di qada navneteweyî da bê navber xebatên dîplomatîk dimeşîne, di vê çarçoveyê da wê îro bi Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ra nan bixwe û hevdîtinê bike.

Xwarin wê li Koşka Çankayayê were xwarin û li ser xwarinê ji bo ku şer bi dawî bibe, gav werin avêtin wê xeberdin û li ser bandora şer a herêmî bisekinin.

Erdogan wê li gor saeta Tirkiyeyê di 18.30î da jî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden ra bi têlefonê biaxive. Rojeva vê xeberdanê jî Şerê Rûsya û Ukraynayê ye.

- Xebatên dîplomasiyê wê li Antalyayê jî dewam bikin

Serok Erdogan wê sibê jî beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bibe. Di forumê da jî rojeva Erdogan bidawîkirina şerê Rûsya û Ukraynayê ye.

Erdogan wê 13ê adarê roja yekşemê li Stenbolê Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Miçotakis û 14ê adarê roja duşemê jî li Enqereyê Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz biezimîne.

- Hevdîtinên bi Zelenskiy û Pûtîn ra hatin kirin

Serok Erdogan di 24ê Sibatê da ku Rûsyayê li hemberî Ukrayayê dest bi êrîşan kir li Qesra Serokkomariyê serokatiya civîna ewlehiyê ya bi hin wezîr û berpirsan ra, kir.

Erdogan paşê ji ser têlefonê bi Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy ra axivî û cara duyemîn jî di 26ê Sibatê da hevdîtin kir ku got ku ew dixwazin bila zêdetir kes zirar nebîne û ji bo di navbera herdu welatan da agirbest bê kirin jî hewl da. Erdogan di 4ê Adarê da bi Zelenskiy ra ji ser têlefonê hevdîtineke din jî kiribû.

Serok Erdogan bi Serokê Deweta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ra jî di 6ê Adarê da ji ser têlefonê hevdîtinek kiribû. Erdogan ji Pûtîn ra got ku di mijara bila pirsgirêk bi rêyên aştiyane bên çareserkirin da ya ji dest wan tê wê bikin.

Serok Erdogan diyar kir ku agirbestek ji bo fikarên mirovahî yên li herêmê wê çareseriyek be, hewlên çareseriya siyasî wê dewam bikin û wiha pê da çû: "Em hemû bi hev ra pêşî li rêya aştiyê vekin."

- Peywendiyên digel serokên din

Erdogan di mijara şerê Rûsya-Ukraynayê da bi têlefonê digel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev, Serokkomarê Tirkmenistanê Kurbankulu Berdîmuhammedov û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko, Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte, Serokkomarê Awistiryayê Alexander Van der Bellen, Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson, Serokkomarê Lîtvanyayê Gitanas Nauseda, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, Serokkomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic, Serokkomara Moldovayê Maia Sandu, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel axivî.

Ji aliyê din va Erdogan li Enqereyê digel Serokkomarê Kosovayê Vjosa Osmanî û Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog jî li ser şerê Rûsya-Ukraynayê rawestiya.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE