Ji bo Ayasofyayê biryar hat dayîn

Daîreya 10emîn a Şûraya Dewletê der barê doza ku bila Ayasofya bibe mizgeft da biryara xwe da

Ji bo Ayasofyayê biryar hat dayîn

Daîreya 10emîn a Şûraya Dewletê der barê doza hatibû vekirin ku bila biryara Lijneya Wezîran a di 24ê Mijdara 1934an da Ayasofya ji wesfê mizgeftê derxistibû û kiribû muze, betal bike da îro biryar da.

Di hinceta biryarê da hat gotin ku Ayasofya malê Weqfa Fatîh Siltan Mehmet e û divê biryara muzeyê betal kir.

Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê berhev kirin dêra herî mezin a Împaratoriya Romaya Rojhilatê li İstanbulê ava kir Ayasofya ye û ew li heman cihî sê caran hatiye çêkirin.

- Ayasofya bû nîşaneya Fethê

Padîşahê 7emîn ê Dewleta Osmaniyan Mehmedê 2yemîn piştî ku di 29ê Gulana sala 1453an da Îstanbul fetih kir Ayasofyaya wê demê dêr bû kir mizgeft.

Bi fetihkirina İstanbulê navê Fatîh li padişah kirin û ew êdî wek Fatîh Siltan Mehmed hat binavkirin û wî nimêja înê ya ewil a piştî fethê di 1ê Hezîrana sala 1453an da li Ayasofyayê kir.

Çawa ku Ayasofya ji bo Bîzansê bi qedr û qîmet bû di heyama Osmaniyan da jî qedr û qîmeta nîşana fethê zêdetir hat girtin û ji bo ku ew li piya bimîne çi hewce dikir hat kirin.

- Piştî 85 salan cara ewil lê banga şerîf hat xwendin

Li Ayasofyayê di Tîrmeha 2016an da di çarçoveya Şeva Leyletul Qedrê da piştî 85 salan cara ji bo nimêja serê sibehê azan hat xwendin.

Di cotmeha sala 2016an da jî ji bo Qesra Xunkar a beşa Ayasofyayê ku ji bo îbadetê vekiriye ji hêla Serokatiya Diyanetê va piştî demeke dirêj mela hat tayînkirin. Ji sala 2016an pê va li qismê Qesra Xunkar pênc dan nimêj tên kirin û ji mînareyên wê jî rojê 5 wextî wek ya Siltanehmedê dengê azanê kêm nabe.

 Biryara Lijneya Wezîran a ku Ayasofya kiribû muze hat betalkirin

Daîreya 10emîn ya Şûraya Dewletê biryara Lijneya Wezîran ya di 24ê Mijdara 1934an da ku Ayasofya ji mizgeftê veguhest muzeyê betal kir.

Komeleya Xizmeta Hawirdorê û Berhemên Dîrokî ya Weqfên Domdar ji bona betalkirina biryara Lijneya Wezîran ya ku Ayasofya ji mizgeftê veguhest muzeyê li Daîreya 10emîn ya Şûraya Dewletê doz vekir.

Daîreya li naveroka dozê mêze kir di 2yê Tîrmehê da guhdariya aliyan kir.

Piştî rûniştinê Daîreya 10emîn a Şûraya Dewletê li ser dosyayê sekinî û birayara xwe eşkere kir.

Daîreya 10emîn a Şûraya Dewletê biryara Lijneya Wezîran a ku di 24ê Mijdara 1934an da Ayasofyayê ji wesfê mizgeftê derxistibû û kiribû muze, betal kir.

Hincetên biryara Daîreya 10emîn ya Şûraya Dewletê ya ji bo Ayasofyayê

 Daîreya 10emîn ya Şûraya Dewletê biryara Lijneya Wezîran ya di 24ê Mijdara 1934an da ku Ayasofya ji mizgeftê veguhest muzeyê betal kir û hincetên biryara xwe eşkere kir.

Di hinceta Şûraya Dewletê da hat destnîşankirin Ayasofya di mulkiyeta Weqfa Fatîh Sultan Mehmed Xan da ye û wek mizgeft pêşkêşî xizmeta gel kirine.

Di hinceta Şûraya Dewletê da hat diyarkirin di belgeya tapuyê da wesfê Ayasofyayê wek mizgeft hatiye tescîlkirin û ev nayê guherandin.

Di hinceta Şûraya Dewletê da hat gotin ku li gor seneda weqfê ji hêla hiqûqî va mimkun nîne ku ji xeynî wesfê xwe yê mizgeftê ji bona armanceke din bê veguherandin.

Di hinceta Şûraya Dewletê da hat gotin ku heq û milkên weqfê ku ji berê da tên parastin û gel jê îstifade dike divê rê li ber neyê girtin ku jê mehrûm bimînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE