"Ji bo birêvabirina dirust a çavkaniyên ava welêt em ê Qanûna Avê derxin"

Serok Erdogan: "Em ê mewzûeta mîrateyê pêş bixin û ji bo pirsgirêka parvekirina eraziyên çandiniyê çareseriyeke mayînde bînin."

"Ji bo birêvabirina dirust a çavkaniyên ava welêt em ê Qanûna Avê derxin"

Serok Erdogan: "Ji bo ku em pêbaweriya xidayê miletê xwe hildin bin garantiyê, weke her welatî ji bo Tirkiyeyê jî bûye meseleya ewlehiya neteweyî"

"Di warê alavên sereke yên cotkariyê da girêdayîbûna bi derva ra bi qasî ku mirov di pîşesaziya parastinê da girêdayî derva be xetere ye."

 "Em ê çandiniya Tirk bi tu awayî di çerxa şirketên kurewî ku tenê seba karê dixebitin da nedin pelçiqandin."

 "Em li hemberî hemû tevgerên ku çandiniya Tirkan bixe bin hikmê çandiniya kurewî û şirketên xûrekê derdikevin."

"Em di berhevkirina çandiniyê li dinyayê welatê 7emîn, li Ewropayê jî di rêza yekemîn da ne. Em di çandina findiq, gêlaz, zêrdele û di bihan li dînyayê lîder in. Em qasî 690 cureyên fêkî û sebzeyan dişînin 195 welatên cuda."

"Bi Projeya Toximê Bav û Kalan va em cureyên nebatan ên ku çavkaniyên genê yê welatê me pêk tînin, diparêzin. Me li Enqereyê bankeya genê toxim ku li dinyayê ya herî mezin a sêyemîn e, vekir û tê da 250 hezar cure hene."

"20 sal berê me digot 'Gelo li Ewropayê, li Amerîkayê em dikarin li ku derê toximan bibînin û belavî cotkarên xwe bikin?'Niha em li ku ne? Me îxracata xwe ya toximan 11 qat zêde kir û derxiste 102 hezar tonî, rêjeya me ya îxracatê jî derkete 152 milyon dolarî."

"(Biryarên Şûreya Çandiniyê) Em ê lezê bidin miemeleyên komkirin û sinifandina zeviyan û em ê projeyê di 10 salan da temam bikin."

 "Em ê pîlanên emilandina eraziya çandiniyê ya ku wê girêdeyî Sîstema Agahdarkirina Axê be amade bikin."

"Em ê mewzûeta mîrateyê pêş bixin û ji bo pirsgirêka parvekirina eraziyên çandiniyê çareseriyeke mayînde bînin."

"Em ê sektora goştê sor û tiştên wê qadê biçûk nebînin. Di heywandariya pez û dewar da ji bo cinsê herêmî bê parastin û islahkirin em ê zêdetir xebatan bikin."

"Ji bo birêvabirina dirust a çavkaniyên ava welêt em ê Qanûna Avê derxin."

"Piştgiriya ku bi tevahî 15 hezar masîgirên me yên qeraxê eleqedar dike em ê înşelah meha din bidin."

 "Ji bo xûrek kêm nebe û rê li ber îsrafê bê girtin em tevdîrên nû dibînin. Di xûrek da em ê cezayên teqlîd û texşîşê zêde bikin."

 "Ev selek û nîv e ji bilî demên ku em mecbûr man, me îtxalata goşt nekir. Em ji meha mijdarê şûnda êdî ji bo xwedîkirina pez tu serîlêdanên îtxalatê hilnadin. Em ê vê polîtîkayê sala 2020an jî bimeşînin."

"Em ê hejmara qadên parastî ji 599an derxin 605an û heyîna daristanan jî dawiya 2020an derxin 22,9 milyon hektarî."

"Sala pêş me mîqdara kirîna çaya ter wê derkeve 650 hezar tonî, îxrackirin jî tê da firotina çayê jî wê derkeve 115 hezar tonî."

"Armanca me ew e ku em jimara bendavên xwe ji 841ê derxin 856an û hecma depokirinê derxin 178 milyar mêtrokupê."

 "Me pergala hilberîna mirîşkan dike û vê hilberînê garantî dike ava kir. Bi vî awayî salê 220 hezar cûcikên ji bo goşt û yên ji bo hêkan bên bikaranîn cinsên herêmî tên xwedîkirin. Ev cins wê bên bikaranîn û bi saya wan 30 milyon mirîşk bên xwedîkirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE