"Ji bo derbeya eskerî ya li Myanmarê têk here çi ji destê me tê em ê bikin"

Guterres di weşana zindî ya rojnameya Washington Postê da der barê rojevê da daxuyanî da û derbeya li Myanmarê nirxand.

"Ji bo derbeya eskerî ya li Myanmarê têk here çi ji destê me tê em ê bikin"

Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) got ji bo derbeya eskerî ya li Myanmarê têk here çi ji destê wan tê ew ê bikin ku civaka navneteweyî û hemû aktor tevbigerin.

Guterres di weşana zindî ya rojnameya Washington Postê da der barê rojevê da daxuyanî da û derbeya li Myanmarê nirxand.

Guterres got derbeya piştî hilbijartinê hat kirin tu carî nayê qebûlkirin û wiha pê da çû: "Ji bo derbeya eskerî ya li Myanmarê têk here çi ji destê me tê em ê bikin ku civaka navneteweyî û hemû aktor tevbigerin."

Aung San Suu Çiiyê hat binçavkirin di êrîşên ser Arakaniyan da "zehf nêzî artêşê bû"

Guterres der barê sûcên diavêjin ser Aung San Suu Çiiyê hat binçavkirin ên wekî binpêkirina qanûnên îtxalat û îxracatê da jî wiha got: "Heke ew ê sûcekî biavêjin ser wê ew jî ev e, gelekî nêzî artêşê bû û artêş zêde parast, di êrîşa artêşê bir ser Arakaniyan da pişta artêşê kir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE