"Ji bo em bi Borrell ra rojeva erênî bidomînin em ê bi hev ra bixebitin"

"Ji bo em bi Borrell ra rojeva erênî bidomînin em ê bi hev ra bixebitin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand, ew ji bo ku rojeva erênî ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) bidomînin, ew ê bi Nûnerê Payebilind ê Polîtîkaya Têkiliyên Dereke û Ewlehiyê ya YEyê Josep Borrell ra bixebitin.

Çavuşoglu li Brukselê piştî Civîna Wezîrên Karên Derva yên YEyê bi Borrell ra şîv xwar.

Çavuşoglu der barê hevdîtina xwe da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, "Ji bo ku em bi Borrell ra rojeva erênî bidomînin em ê bi hev ra bixebitin."

Çavuşoglu diyar kir, divê di navbera Tirkiye û YEyê da Yekîtiya Gumrikê were rojanekirin, vîze serbest bibe û di warê têkoşîna koçberiya bêdestûr û terorê da tevkarî zêdetir bibe, Sûriye, Efxanistan û Lîbya jî tê da ew li ser mijarên herêmî jî sekinîn.

Vê hefteyê Lûtkeya Pêşengên YEyê heye û wê tê da li ser têkiliyên Tirkiye û YEyê bisekinin. Beriya vê lûtkeyê Civîna Wezîrên Karên Derva yên YEyê hat kirin û Borrell piştî vê civînê wiha gotibû: "Em dixwazin bi Tirkiyeyê ra weke welatekî namzed, cînar û welatekî girîng têkiliyê daynin ku bikaribin pê ra têkiliyên qenc daynin. Em dixwazin hem berjewendiyên welatên endam û YEyê biparêzin hem jî vê yekê bikin."

Borrell her wiha diyar kir ku ew ê heta havînê Tirkiyeyê ji nêz va bişopînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE