“Ji bo encameke baş em li serê dixebitin”

Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gül, li ser teklîfa MHP’ê ya ji bo efûyê axivî...

“Ji bo encameke baş em li serê dixebitin”

Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gül, li ser teklîfa MHP’ê ya ji bo efûyê got: “ji bilî pêşniyaza MHP’ê, em jî bi serê xwe xebatekê dimeşînin.” wezîr gül got ku “bi taybetî jî li ser alternatîfên ku di navbera sûc û cizayê de hevsengiyê pêk tînin xebat tê kirin”

Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gül: “Di vê mijarê de ji akademîsyenan bigrin heta xebatkarên darazê em bi hemû aliyan re dişêwirin. Bi taybetî jî ji bo di navbera sûc û cizayê de hevsengiyek bê meydanê em li ser alternatîfan dixebitin. Em li ser berdana bişert, serbestiyeta bikontrol lêkolînê dikin. Di dinyayê de çi nimûneyên baş hebin em li wan dinêrin. Wezareta me ji xeynê vê teklîfa, ji bo encameke baştir bê meydanê xebatê dimeşîne.

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2018, 13:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE