Ji bo îfadedayînê 4 amîralên teqawîdbûyî hatin Midûriya Ewlehiya Enqereyê

Ji bo îfadedayînê 4 amîralên teqawîdbûyî hatin Midûriya Ewlehiya Enqereyê

Di çarçoveya lêpirsîna daxuyaniya 104 amîralên teqawîdbûyî da 4 amîralên teqawîdbûyî ji bo îfadeyê bidin, hatin Midûriya Ewlehiya Enqereyê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê daxuyaniya 104 amîralên teqawîtbûyî da lêpirsîn dabû destpêkirin.

Serdozgeriyê gotibû di 4ê Nîsana 2021î da li ser medyaya civakî û hin malperên înternetê daxuyaniyeke bi navê "Ji 104 amîralan danezana Montroyê" hat parvekirin ku der barê kesên daxuyanî amade kirine û yên bi wan ra eleqedarin da lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gor vê lêpirsînê amîral Engîn Baykal, Cemîl Şukru Bozoglu, Mustafa Ozbey û Atîlla Kiyat ji bo ku îfadeyê bidin hatin Enqereyê.

Hat gotin îfadedayîna amîralan li Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE