"Ji bo guherîna di kura dovîzê da gavên me yên nû hene"

Serok Erdogan: "Me gelek tedbîr standin û em distînin da ku guherîna di kura dovîzê da raweste. Ji bo vê armancê gavên me yên nû hene."

"Ji bo guherîna di kura dovîzê da gavên me yên nû hene"

Serok Erdogan: "Guherîna di kura dovîzê da di serî da, bêyî ku em ji çarçoveya piyaseya serbest derkevin, em hewl didin û têdikoşin ku hemû hedîseyên ku li ser aboriya me tesîreke neyênî dikin çareser bikin."

"Her kî bibêje li ser van hilbijartinan (Hilbijartina Serokkomariyê û Parlamenteriya Heyama 27emîn) siyeke biçûk jî heye ew him îftirayê davêje demokrasiyê û him jî davêje Turkiyeyê."

"Di heyamên zehmet da biryarên zehmet tên dayîn. Em jî ji bo welatê xwe li gor heyama ku di nav da ye biryarên hewce dikin didin û qet texsîr jî nakin."

 "Li gor nêrîna me, tu kesê ku karê wî bi îtxalat û îxracatê ra tune dibê bi dowîzê ra têkildar nebe."

 "Kê bêje ku di van hilbijartinan (Serokkomarî û Parlamenteriya Serdema 27emîn) da şikeke piçûk jî heye, ew îftirayê hem diavêje demokrasiyê û hem jî Turkiyeyê."

 "Di xerckirinên kamuyê da em ê tasarufa herî mezin a ku  alîkariya balansa budçeyê dike, bikin."

 "Me gelek tedbîr standin û em distînin da ku guherîna di kura dovîzê da raweste. Ji bo vê armancê gavên me yên nû hene."

"Gelek wezaret û midûriyetên me yên giştî di kirê da ne. Hejmara wezaretan dakete 16an me avahiyên man nirxandin, pîlanên xwe amade kirin. Ji vir şûnda ciyên hatine kirêkirin ew ê werin valakirin û avahiyan barî ciyên xwe bikin û em ê bi vî awayî teserufeke mezin bikin."

"Di mijara faîzê da ez hesas im û di vê da hê jî tiştek neguheriye. Bankaya Navendî serbixwe ye, ji ber wê ewê biryara xwe bi xwe bide."

 "Dema rêjeya faîzê derkeve ji sedî 50yan... Ma tu xebatkar hene ku wiha ji sedî 50 karê dikin? Ev yek bi tenê di bazirganiya esrar û eroînê da mimkun e, nexwe tiştekî asayî nîne. Ev rastî li ber çavan e û em jî bi tu awayî nabin wasite ku ev amûra mêhtinê ku jê ra dibêjin faîz, were emilandin."

 "Faîz sedem e, enflasyon encam e. Heke tu bêjî 'Enflasyon sedem e, faîz encam e' tu vî karî nizanî hevalo."

 "Hetanî îro min nedît rêjeya enflasyonê ya ku Bankeya Navendî texmîn kir tam derkeve."

 "Ev tiştên ku hewl didin bi zorê biavêjin ser me û tên serê me encama pêleke sexte ne."

 "Banka heke faîzên xwe yên krediyê pir zêde bikin, kaniyên xwe yên krediyê kêm bikin, bihayên sektora rastîn bilind bikin û bi gef û gur li ser vê şewatê da herin her kes wê zirarê bibîne. Di vê heyamê da bi hinceta dowîzê qet eleqeya wan tunebe jî zemê bidin ser tiştên difroşin, ewê xêrê nebînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2018, 12:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE