Ji bo herêmên ji terorê hatine paqijkirin peyamên tevkariyê

Serok Erdoğan û Serokkomarê Iraqê Berhem Salih daxuyaniya hevpar dan medyayê...

Ji bo herêmên ji terorê hatine paqijkirin peyamên tevkariyê

Serok Erdoğan û Serokkomarê Iraqê Berhem Salih daxuyaniya hevpar dan medyayê...

Ji civîna hevpar:

Serok Erdogan: "Înşeallah em ê îsal bi Iraqê ra Civînên Konseya Stratejîk a Payebilind di nav îsal da bidomînin."

 "Dema Iraq li ser piyên xwe bisekine ev ji bo îstiqrar û ewlehiya welêt zehf girîng e."

 "Parastina yekîtiya siyasî ya Iraqê û yekparetiya axa wê, bicihkirina îstiqrar û ewlehiya wê bingeha siyaseta me ya Iraqê ye."

"Di serî da avakirina ciyên ji pevçûnan zirar dîtin, em amade ne ku tevkariyê bidin projeyên binesazî û pêşketinê yên Iraqê."

 "Em dixwazin ku bi Iraqê ra di qada ewlehiyê da jî têkilî û tevkariyê xurt bikin. Bi taybetî gelek tişt hene ku em di sanayiya parastinê da bikin."

Serokkomarê Iraqê Salih: "Em bi peyama dostanî biratî û di her qadê da tevkariyê va hatin Tirkiyeya bira."

 "Ji bo avakirina herêmên ji terorê hatine paqijkirin em li benda tevkariya Tirkiyeyê ne." 

Serok Erdogan: "(Iraq) Di bazirganiya dualî ya 2013an da bi 16 milyar dolarî va me rekor bi dest xistibû. Ez dibêjim ku em hem ji wê derbas bikin û hem jî derxin 20 milyar dolarî."

 "Rêxistinên terorê yên wek DEAŞ, PKK û FETOyê him ji bo Tirkiyeyê him ji bo Iraqê tehdîd e... Di têkoşîna me ya terorê da ji bo ku em serkeftî bibin em di ferqê da ne ku xebata bi hev ra girîng e."

Serokomarê Iraqê Salih: "Em û Tirkiye em ê mil bidin hevdu têkiliyên navbera xwe xurt bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE