"Ji bo ji yek wan îradeyên avaker ên heyama nû ya welatê me pêk bê em bi hemû hêza xwe va dixebitin"

Serok Erdogan: "Em bibiryar in ku welat û gelê me poşmaniyên nû nejîn. Ji bo ji yek wan îradeyên avaker ên heyama nû ya welatê me pêk bê em bi hemû hêza xwe va dixebitin."

"Ji bo ji yek wan îradeyên avaker ên heyama nû ya welatê me pêk bê em bi hemû hêza xwe va dixebitin"

Serok Erdogan: "Em bibiryar in ku welat û gelê me poşmaniyên nû nejîn. Ji bo ji yek wan îradeyên avaker ên heyama nû ya welatê me pêk bê em bi hemû hêza xwe va dixebitin."

 "Em hêvî dikin Yekîtiya Ewropayê heman ji wê korbûna stratejîk ya ku Türkiyeyê ji xwe dûr dixe xelas bibe."

 "Pergala kurewî ya heyî ku şûna mafdaran yên hêzdar, şûna piraniyê kêmaniyê, şûna feqîran dewlemendan diparêze, ne pêkan e ku dewam bike"

 "Em fêm nakin ku şervanên terorîst ên biyanî yên ku Türkiyeyê dersînor kirine li welatên Rojavayî çawa dikarin birehetî êrîşan bikin."

 "Rizgarkirina Şûşayê ya ji dagirkeriyê şabûn û hêviya me zêde kir. Heta dagirkeriya li Qerebaxê neqede alaya têkoşînê wê danekeve."

 "Welatê me yê ku li Rojhilatê Behra Spî dikeve binê her cure rûdanan, dema ku behsa çavkaniyên siruştî dibe, tune tê hesibandin û me nikaribû ev qebûl bikira."

"Yên ku ji bo dehan mamosteyên me yên ji hêla terora PKKyê va hatine şehîdkirin xemginiyeke xwe ya biçûk jî naynin ziman, yên ku bi xalîçeyên sor va serkirdeyên YPGyê li qesran mazûwan dikin, nikarin der barê tevgera me da biaxivin, li ba me tu qîmeta vê tune."

 "Di dewreke ku siyaset, aborî, ragihandin, têkiliyên merivan ji binî va diguhere da, guhertina burokrasiya dewletê jî tiştekî jêneger e."

 "Heke îro li Lîbyayê hêviyên çareseriyê car din çêbûye di vê da tesîreke cidî ya mudaxaleya Türkiyeyê heye. Welatê me yê ku hemû barê her cure geşedanê ya li Behra Spî dikşîne dema mijar dibe çavkaniyên xwezayî tune tê hesibandin ku me nikaribû li hemberî vê yekê dengê xwe nekira."

 "Têkoşîna dijmintiya Îslamê hem ji bo baweriya me hem jî ji bo welatiyên me yên ku li derveyî welêt berpirsiyariya me ye."

 "Ez bawer dikim ku em ê di demeke nêzîk da mizginiya fealiyetên lêkolîna li Rojhilatê Behra Spî hildin."

 "Di têkiliyên navneteweyî da meyla pirnavendîbûnê û herêman her ku diçe zêde dibe. Em di dewreke ku zincîrên tedarîkê ji nû va tên parvekirin, navendên hilberîn û lojîstîkê cardin tên kifşkirin, tifaqên herêmî yên nû cardin tên avakirin, arenaya siyasî û aborî ji nû va tê sazkirin da ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE