Ji bo Kaşıkçı dublor hat bikaranîn

Kesê ku cil û bergên Kaşıkçı li xwe kirine ji sefaretê derketiyê

Ji bo Kaşıkçı dublor hat bikaranîn

Derbarê kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşıkçı de yek bi yek agahiyên nû derdikevin holê. Televîzyona CNN’ê ya Emerîkayê, dîmenên kamereya ewlehiyê weşandin. Di dîmenan de xûya dike ku jı bo ku kaşikçı sax nîşan bidın dublor hatiye bikaranîn. Ev yek jî şik û gumana li ser daxuyaniya “Kaşikçı di şerekî li hundir de miriye” zêdetır dike.

Navê wî Mustafa El Medenî ye…

Wextê mirov lê dinêre hinek dişibe rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşıkçı.

Bejna wî qasî ya Kaşikçî ye, heman berçavk daye berçavê xwe û cil û bergên Cemal Kaşıkçı li xwe kiriye.

Hetta riyê wî jî wek yê Kaşikçi ye. Tenê sola cuda ye.

Televîzyona CNN’ê ya Emerîkayî derbarê kuştina Kaşikçi de dîmenên kamereya ewlehiyê weşandin. Di dîmenan de xûya dike ku ji bo Kaşikçi sax nîşan bibin dublor hatiye bikaranîn.

Di dîmenan de xuya dike ku El Medenî di 2’yê Cotmehê de du seat beriya Kaşikçi bi kesekî re dikeve sefaretê.

Li ser wî cil û bergên spor hene. Pişt re Kaşıkçı tê Sefaretê.

Dema destgirtiya wî Hatice Cengiz li ber sefaretê disekine, El Medenî bi cilê Kaşıkçı ji deriyê paş ê sefaretê derdikeve.

Lêbelê sola cuda a ku di piyê wî de balê dikişîne.

El Medenî û yê li balê, ewilî li dora sefaretê digerin.

Pişt re jî li teksiyê siwar dibin û diçin Meydana Sultanahmedê.

Qederekî li vir jî digerin û Medenî bi poşetê bi xwe re diçe ebdestxaneyê.

Di dîmenan de xuya dike ku El Medenî ji virê bi cilên xwe yên nû derdikeve.

El Medeniyê ku bi yê li ba xwe re diçe lokantayekê, li virê jî riyê xwe yê sexte derdixe.

Poşetê ku li gorî terxmînan tê de cil û berg hene jî, li vir diavêje çopê.

CNN, di nûçeya xwe de, cih dide şîroveyên berpirsên Tirkiyê yên derbarê bûyerê de jî.

Li gorî berpirsên Tirkiyê, di hedîseyê de bikaranîna dublor, nîşan dide ku kuştina Kaşıkçı ne cînayeteke ji rêzê ye.

Kesên ku li Erebistana Siûdî ji kar hatin girtin û binçavkirin, nêzîkî Prens Muhammed Bin Selman in. Ev yek jî balê dikişîne.

Prens Selmanê ku ji aliyê Senatoya Emerîkayê jî hat rexnekirin, di daxuyaniya ku da Ajansa Bloombergê de got: “Kaşıkçı teqez ne li sefaretê ye.”

Selman got: “Cemal kaşıkçı welatiyê Erebistana Siûdî ye, em jî aqûbeta wî meraq dikin.”

Lêbelê, piştî delîlên eşkere Rêvebiriya Riyadê jî mecbûr ma ku bêje “Cemal kaşıkçı, di şerekî li sefaretê de jiyana xwe ji dest da.”

Dîroka nûkirinê: 23 Cotmeh 2018, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE