''Ji bo ku xebatên xilaskirinê demildest bigihêjin encamê me hemû derfet seferber kirin''

''Ji bo ku xebatên xilaskirinê demildest bigihêjin encamê me hemû derfet seferber kirin''

Serok Erdogan: "(Erdheja li Îzmirê) Ji bo ku xebatên xilaskirinê demildest bigihêjin encamê me hemû derfet seferber kirin."

"(Erdheja li Îzmirê) Di 17 avahiyan da xebatên me yên lêgerînê dewam dikin."

 "Herî dawîn dema em hatin vir jimara miriyan 12 bû. Jimara birîndaran 438 bû. Ji nav wan 5 welatiyên me di emeliyatê da ne. 8 welatiyên me di unîteya lênêrîna awarte da bûn."

"Em bi projeyên veguherîna bajêr va stoka xwe ya avahiyên hember erdhejê li ber xwe nadin nû dikin, em roj bi roj welatê xwe tînin rewşeke wisa ku hember afatan bêtir amade ye."

"Êşên erdheja Elezîz û Meletiyê ya ku di kanûna paşîn da qewimîbû hê jî di dilê me da nû bû lê ev xebera ku ji Îzmirê hat em gelekî xemgîn kirin."

"(Aşiya xwemalî) Înşeallah em ê di mehên biharê yên pêşiya me da bên wê astê ku aşiya xwe bixwe li welatiyên xwe bidin."

"Türkiye ji aliyekî va xebatên aşiyê yên li welatên wekî Çîn, Rûsya û Amerîkayê ji nêz va dişopîne ji aliyê din va jî ji bo ku aşiya xwe bixwe pêş bixe gelekî dixebite."

"Di pêvajoya şewbê da di mijara piştevanî û alîkariyê da di serî da welatên pêşketî dinyayê mixabin ku nekarî ezmûneke baş bide."

"Em plan dikin ku di dawiya salê va ji xebatên aşiyê yên li dinyayê yên ku zanyarên me guncav dîtin yekî yan jî ji yekî zêdetir pêşkêşî îstifadeya welatiyên xwe bikin."

"Türkiye di analîzên der barê avabûna gerdûnî ya ku bi tesîra şewbê bi lez bû di nav yek ji stêrkên dahatûyê da tê nîşandan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE