Ji bo kurê xwe yê ku 9 salî revandin serê çiyê beşdarî nobeda ewladan a li Diyarbekirê bû

Dayik Rukeyda Adiyaman: "Kurê min ji mektebê hat revandin. Hamza ji bo Xwedê were"

Ji bo kurê xwe yê ku 9 salî revandin serê çiyê beşdarî nobeda ewladan a li Diyarbekirê bû

Malbateke ji Hekariyê hat jî beşdarî nobeda ewladan a ku dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dikin bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê berpirsyarê revandina ji bo serê çiyê ya zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da da destpêkirin, kete roja 442yemîn.

Dayik Rukeydaya ku ji bo Hamzayê kurê xwe yê ku 4 sal berê di 9 saliya wî da revandin serê çiyê û keça wê Aysun Adiyamana ku ji Hekariyê hatin jî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Dayik Rukeyda Adiyamanê daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku ji bo kurê xwe beşdarî çalakiya rûniştinê bû û got ku "Kurê min ji dibistanê hat revandin. Hamza ji bo Xwedê were."

Hêt Adiyamanê jî got ku birayê wê di emrê dibistanê da di 9ê adara 2016an da winda bû û piştî çendî heman hîn bûn ku PKKya rêxistina terorê birayê wê Hamza revandiye.

Adiyamanê got "Birayê min nehat xapandin, hat revandin" û got ku "Birayê min jê 9 salî bû, biçûçik bû. Tu tişt nedizaniya. 4 sal e em êşa wî dikşînin."

- "Em dixwazin ku bigihêjin birayê min"

Adiyamanê diyar kir ku ji têlevîzyonê çalakiya dayikên Diyarbekirê dîtin û hêvîdar bûn û got ku "Em gelekî xemgîn in. Em dixwazin ku demildest bigihêjin birayê xwe."

Adiyamanê bangî birayê xwe kir ku teslîmê hêzên ewlehiyê bibe û got ku "Heke me dibîne bila were. Diya min bi êşa birayê min perîşan bû. Ez lava dikim demildest bila vegere ba me. Teslîmê dewleta me bibe."

Malbatên ku nobeda ewladê da ne jî bertek nîşan dan ku zarokekî 9 salî ji hêla PKKya rêxistina terorê va hat revandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE