"Ji bo me reqabeta xizmetê ji reqabeta siyasî girîngtir e"

 "Bi vê xeta ku wê bibe xwedî unvana metroya herî bi lez a welatê me va çûn û hatina di navbera balafirgeh û Gayrettepeyê da bibe 35 deqîqe."

"Ji bo me reqabeta xizmetê ji reqabeta siyasî girîngtir e"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Bi vê xeta ku wê bibe xwedî unvana metroya herî bi lez a welatê me va çûn û hatina di navbera balafirgeh û Gayrettepeyê da bibe 35 deqîqe."

Erdogan di Merasima Projeya Metroyê ya Xeta Gayrettepe-Balafirgeha Îstanbulê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir li welatê wan xebatên kolandina herî lezgîn ji bona projeya xeta metroyê ya Gayrettepe-Balafirgeha Îstanbulê tên kirin û wiha got: "Guzergaha metroyê ya 37,5 kîlomêtro dirêj e û 9 rawestgehên wê hene bi xetên birin û anîna komî yên Îstanbulê yên din ra têkildar e. Bi vê xeta ku wê bibe xwedî unvana metroya herî bi lez a welatê me va çûn û hatina di navbera balafirgeh û Gayrettepeyê da bibe 35 deqîqe."

Erdogan diyar kir bi xetên trêna bilez wê Îstanbulê bigihînin çar aliyên welatê xwe û got ku ji bo me reqabeta xizmetê ji reqabeta siyasî girîngtir e.

Serokomar Erdogan destnîşan kir projeyên Îstanbulê wisa girîng in ku meriv nikare ji rêveberiya herêmî ya bajêr ra bihêle, zehf girîng û mezin in û wiha dewam kir: "Em li pişt tiştên kêrhatî yên ji bo Îstanbulê disekinin û destûrê nadin ku pêşî li karên bi xêr ên em dikin were birîn."

Erdogan der heqê Projeya 100 Hezar Avahiyên Civakî da wiha got: "Hûn dizanin serlêdan di çi rewşê da ye? Ji milyonekî derbas bû."

Serokomar Erdogan got ku heger hûn şalûsiya siyasî bikin û tenê bi pey hesabên şexsî bikevin xelk di firsenda ewil da wê dersa we bide û wiha dewam kir: "Em bêyî partiya wan piştgiriyê didin her şaredariya ku dixwaze ji bajarê xwe ra xizmetê bibe."

Erdogan diyar kir ji ber ku şaredarî wezifeya xwe nakin nikarin li ber mexdûriyetên gel xwe kerr û lal bikin.

Serokomar Erdogan der barê Galataportê da got ku înşeallah ber bi dawiya gulanê va wê etaba ewil biqede û ber bi dawiya salê jî hemû biqede.

Erdogan di axaftina xwe da der barê Qanala Îstanbulê da wiha peyivî: "Em jê emîn in ku ew kesên li dijî Qanal Îstanbulê derdikevin bi rastî di mijara vê projeyê da piçek be jî xwedî agahî û fikrekê jî nînin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir maliyeta Qanala Îstanbulê wekî ku hin kes dibêjin 125 milyar lire nîne, nika qasî 75 milyar lireyî tê hesabkirin û got ku di fînansman û înşeakirina wê da înşeallah em ê zehmetî nekişînin.

Erdogan der barê rexneyên ku Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê nehatiye Balafirgeha Îstanbulê da wiha axivî: "Çi bûye? Putîn nehatiye Balafirgeha Îstanbulê ."Li Balafirgeha Ataturkê salona rûmetê heye, em li wê derê pêşwaziya wan dikin û em jî wê derê bi kar tînin. Birêz Putîn jî hat wê derê, li wê derê pêşwaziya wî kirin."

Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Ez sibê diçim Almanyayê. Kemal Efendî tu yê vê jî nebînî. Heger bibînî jî nebînî jî em ê li wir bin."AA

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2020, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE