"Ji bo înşakirina Iraqê emê krediyeke 5 milyar dolarî bidin"

Çavuşoglu:"Wek Tirkiye soza herî mezin me da Iraqê. Emê krediyeke 5 milyar dolarî bidin. Karsazê me wê ji vê krediya 5 milyar dolarî îstifade bikin. Ji bo ku ew li Iraqê veberhênanan bikin û ji bo bazirganiya me emê vê pereyê bidin xerckirin"

"Ji bo înşakirina Iraqê emê krediyeke 5 milyar dolarî bidin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu beşdarî civîna ku di çarçoveya "Hevdîtinên Beyogluyê" da hat lidarxistin bû û li wir axivî.

Çavuşoglu kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew beriya hilbijartinên herêmî bi însanan ra tê bal hevdu û wiha axivî: "Her hilbijartin ji bo îstiqrar û dahatûya welêt girîng e. Ji bilî vê demokrasiya me çiqas xurt bibe, li derva welatê me jî di daqa navneteweyî da ewqas xurt dibe."

- "Li der û dora me xeleqa agir heye"

Çavuşoglu behsa rewşa geşedanên li herêmê kir û wiha dewam kir: "Tesîra geşedanên çêdibin li ser welatê me çi ne? Em dikarin çi bikin? Em van pirsan dikin û li gor wê polîtîkayan derdixin holê. Bi salane li der û dora me îxtilafên ku çareseriya wan hatine rawestandin hene. Ji bilî gelek pirsgirêkan li der û dora me xeleqa agir heye. Bûyerên li Sûriye, Iraq, Îran, Libya, Yemen û geşedanên din ên li vê erdnigariyê. Helbet rageşiya li Balkanan a li Sirbistan û Kosovayê Tirkiye çawa dikare van pirsgirêkan çareser bike em li ser van dixebitin."

- "Di 14ê Adarê da emê li Brukselê bi YEyê ra konferansekî li dar bixin"

Wezîr Çavuşoglu behsa geşedanên li Sûriyeyê, pêvajoya Astana, Soçî û Cenevreyê kir û got hin penaberên vedigerin welatê xwe hene û wiha pê da çû: "Ev penaberên vedigerin welatê xwe divê piştî vegerê jî tenê nemînin û piştgiriya wan bê kirin. Yekîtiya Ewropayê jî di nav da em bi hemû aktoran ra diaxivin. Ji ber vê di 14ê Adarê da emê li Brukselê bi YEyê ra konferansekî li dar bixin."

- "Serokomarê me jî wê piştî hilbijartinê here Iraqê"

Der barê Iraqê û ji nû va înşakirina welêt da jî Çavuşoglu wiha got: "Wek Tirkiye soza herî mezin me da Iraqê. Emê krediyeke 5 milyar dolarî bidin. Karsazê me wê ji vê krediya 5 milyar dolarî îstifade bikin. Ji bo ku ew li Iraqê veberhênanan bikin û ji bo bazirganiya me emê vê pereyê bidin xerckirin. Ji bo ku Iraq ji nû va bê înşakirin em der barê vê mijarê da bikordîne diaxivin. Di rojên pêş me da ezê him herim Hewlêrê û him jî ezê herim Bexdayê. Serokomarê me jî wê piştî hilbijartinê here Iraqê. Pirsgirêkên din ên Iraqê jî hene. Hê tehdîda terorê heye. Em ji bo vê mijarê jî di qada navneteweyî da dixebitin ku ew bê çareserkirin."

- "Ka we ji demokrasiyê bawer dikir? "

Çavuşoglu der barê geşedanên li Venezuelayê diqewimin da jî got li vî welatî gengeşiyek heye, bi milyonan însan terka wir dikin û wan hewl daye ew ji bo Venezuelayê gavan bavêjin.

Ji bo tevgerên welatên dijî hikûmeta Venezuelayê Çavuşoglu wiha got: "Hûn çi dixwazin? Hûn jê hez bikin an jê hez nekin, kî bû desthilat an kî nebû, ev tiştekî din e. Ka we ji demokrasiyê bawer dikir? "

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE