Ji bo pêşniyaza konferansa Rojhilatê Behra Spî ya YEyê berteka erênî tê

"Min pêşniyaz kir ku di mijara Rojhilatê Behra Spî da bi NYyê ra konferanseke piralî bê avakirin. gelek aktoran pêşniyaza konferansa piralî ya bi mijara Rojhilatê Behra Spî erênî dît û welêt amade ne ku li ser mijarên wekî rêbaz, rojev û teqwîmê hevdîtinê bikin"

Ji bo pêşniyaza konferansa Rojhilatê Behra Spî ya YEyê berteka erênî tê

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Mîchel ragihand pêşniyaz kir ku di mijara Rojhilatê Behra Spî da bi NYyê ra konferanseke piralî bê avakirin, piraniya aktorên li herêmê bersiva erênî dan.

Mîchel bi peyama vîdeo li ser navê YEyê xitabî Lijneya Giştî ya 75emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) îsal ji ser înternetê hat kirin, kir.

Mîchel di beşa têkiliyên navneteweyî ya axaftina xwe da qala Rojhilatê Behra Spî kir û got ku ji ber rageşiya li herêmê bifikar in, dixwazin ku kirinên yekalî rawestin. 

Mîchel diyar kir ku bi welatên YEyê ra ji bo ji holê rakirina rageşiyê û teşwîqkirina diyalogê gelek hewldanên dîplomatîk dikin û wiha axivî:

"Min pêşniyaz kir ku di mijara Rojhilatê Behra Spî da bi NYyê ra konferanseke piralî bê avakirin. gelek aktoran pêşniyaza konferansa piralî ya bi mijara Rojhilatê Behra Spî erênî dît û welêt amade ne ku li ser mijarên wekî rêbaz, rojev û teqwîmê hevdîtinê bikin. Ez wisa bawer dikim ku hin mijarên divê li serê bisekinin sînordarkirina qadên rayeya behrê, ewlehî, mijarên vejenê û koç be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE