"Ji bo pêvajoya aşitiyê ya Îsraîl-Filistînê wext kêm dibe"

Seroka Serdemê ya KENYê Norwec: Ji bo pêvajoya aşitiyê ya Îsraîl-Filistînê wext kêm dibe

"Ji bo pêvajoya aşitiyê ya Îsraîl-Filistînê wext kêm dibe"

Mona Juula Balyoza Neteweyên Yekbûyî yê Norweca ku serokriya serdemê ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya meha çileyê dewr sitendiye, anî ziman ku ji bo pêvajoya aşitiyê ya Îsraîl-Filistînê wext kêm dibe lê di warê çareseriyê de hê dereng nîn e.

Juulê li Navenda Giştî ya NYê di civîna çapemeniyê de ya ku weke Seroka KENYê li dar xist, rojev nirxand.

Juulê bal kişand ser wê yekê ku ji Sûriyeyê heta Yemenê ji Efxanistanê heta Myanmarê hê pirsgirêkên ku çareser nebûne hene, ev jî ji bo cîhanê rojeveke bi serêş e û destnîşan kir ku ewê xweşbîniya xwe bidomînin û destberdariyê ji alîkariya çareseriya pirsgirêkan nekin.

Juulê di bersiva pirsa "Di warê çareseriya pirsa Îsraîl-Filistînê de ya ku welatê wê Norwec beriya nuha bi pêvajoya Osloyê diajot, gelo nuha aşitî mumkun e yan na?" de, wiha got, "Wext teng dibe, lê belê dereng jî nîn e. Ez jî û gelek welat jî di wê qenaetê de ne ku ji bo çareseriya bi 2 dewletî bi awayekî mayinde alterneatîfek tune."

Juulê herwiha got ku ji ber pirsên din ên li Rojhilata Navîn, pirsa Îsraîl-Filistînê tê piştguhkirin û anî ziman ku pêdivê hê bêtir li ser çareseriya aşitiyane ya bi 2 dewletî were sekinîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE