ji bo qedexeya derketina derva ya 4 rojan biryarname

Wezareta Karên Navxweyî ji bona qedexeya derketina derva ya li 15 bajaran ku wê 15ê Gulanê ji 24.00an heta 19ê Gulanê saet 24.00an bê îlankirin ji waliyan ra biryarname şand.

Li gor biryarnameyê 16 û 17ê Gulanê di qedexeya derketina derva da wê markêt, dikan, fêkîfiroş, qesab û dezgehên firotina onlîne dikin girtî bin.

Li gor biryarnameyê 15ê Gulanê roja înê wê markêt, dikan û fêkîfiroş û qesab heta saet 23.00yan karê xwe bidomînin.

Li gor biryarnameyê 18 û 19ê Gulanê di qedexeya derketina derva da markêt, dikan, fêkîfiroş û qesab di navbera saet 10.00-16.00an da vekirî bin.

Li gor biryarnameyê di rojên qedexeya derketina derva da bav û dêyên hevdu berdane heger biryara dadgehê nîşan bidin wê bikaribin zarokên xwe bibînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE