"Ji bo S-400an paşve gav nayê avêtin"

Erdogan der heqê S-400î da got, "Li vê derê peymaneke ku me îmze kiriye heye, biryardariya me heye. Tiştekî wisa tuneye ku em di vê peymanê da paşve gav biavêjin"

"Ji bo S-400an paşve gav nayê avêtin"

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got,"Operasyona Pencikê bi hemû hesasiyetên xwe va didome. Operasyon bi biryardarî didome. Heta koka wan neyê qelandin ev operasyon wê bidome."

Serok Erdogan piştî ku nimêja eydê li Mizgefta Mezin a Çamlicayê kir, pirsên rojnamegeran bersivandin.

Erdogan der heqê S-400î da got, "Li vê derê peymaneke ku me îmze kiriye heye, biryardariya me heye. Tiştekî wisa tuneye ku em di vê peymanê da paşve gav biavêjin." û wiha dewam kir:

"Heke wek Rûsyayê erênî, di vê xalê da teklîfek çêbe, em dikarin di mijara Patrîotan da gav bavêjin. Me ev jî ji wan ra got. Lêbelê mixabin di mijara Patrîotan da Amerîkayê mîna S-400î teklîfek nekir. Di bazirganiya navneteweyî da ji bo berjewendiya her welatî pêwîst e ku herdu alî jî qezenc bikin. Heke ev nebe em ne mecbûr in ne mehkûm in ku tu tiştî bikirin."

Erdogan li ser Sûriyeyê jî wiha axivî: "Vê gavê li ser Sûriyeyê, li ser Îdlibê, li ser Minbicê, li ser rojhilata Feratê, li ser korîdora tê zanîn, eleqeya kîjan welatî hebe, em wek Tirkiye bi wan ra hevdîtinên xwe didomînin. Hesasiyetên me bi heman awayî biryardarî didomin. Piştî vî qasî jî wê dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 04 Hezîran 2019, 15:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE