Ji bo Serok Erdogan pêşwaziya bi 3 zimanan

Bajarê Mêrdînê ji ber ziyareta Serokomar Erdogan gelekî bi kelecan e. Li bajêr pankartên ku bi Tirkî, Kurdî û Erebî "Tu bi xêr hatî bajarê me" li ser dinivîse, hatin dardakirin û herwiha kuçe û kolan jî hatin xemilandin.

Ji bo Serok Erdogan pêşwaziya bi 3 zimanan

Ji ber ziyareta Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Mêrdîn û Sêrtê, pankartên ku bi Tirkî, Kurdî û Erebî "Tu bi xêr hatî bajarê me" li ser dinivîse, darda kirin.

Bajarê Mêrdînê ji ber ziyareta Serokomar Erdogan gelekî bi kelecan e. Li bajêr pankartên ku bi Tirkî, Kurdî û Erebî "Tu bi xêr hatî bajarê me" li ser dinivîse, hatin dardakirin û herwiha kuçe û kolan jî hatin xemilandin.

Sêrt

Piştî ziyareta Mêrdînê, Serokomar Erdogan dê derbasî Sêrtê bibe.

Li Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê ku mitîng dê lê were lidarxistin, ligel pankarta "Dayîka Tenzîle, Emanetê Te Emanetê Me Ye", pankartên ku bi Tirkî, Kurdî û Erebî "Tu bi xêr hatî bajarê me" li ser dinivîse, hatin dardakirin.

Seroka Şaxa Jinan a AK Partiyê ya Parêzgehê Nurten Temîzê diyar kir ku ew bi coş û kelecan li benda Serokomar Erdogan in.

Dîroka nûkirinê: 07 Adar 2019, 17:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE