Bi Biryarnameya Serokomariyê va Serokê Bankeya Navendî ya Komarê ya Turkiyeyê (TCMB) Murat Uysal ji wezîfeyê hat hildan û di dewsa wî da Serokê Budçe û Stratejiyê ya Serokomariyê Nacî Agbalê hat tayînkirin.
Li gor biryara bi îmzeya Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, Serokê TCMByê Murat Uysal ji wezîfeyê hat hildan û di dewsa wî da Agbal hat tayînkirin. Di dewsa Agbal da jî Îbrahîm Şenel wekî Serokê Budçe û Stratejiyê ya Serokomariyê hat tayînkirin.
Ji bo Endamtiya Lijneya Poltîkayên Aboriyê ya Serokomariyê jî Nîhat Zeybekçî hat tayînkirin.