Ji bo şikbarên kuçik bi jehrî xistin daxwaza girtinê

3 şikbarên tê îdiakirin li Yenîmehleya navçeya Enqereyê 16 kuçik bi jehrî xistin û cehimandin bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya cezayê silhê kirin

Ji bo şikbarên kuçik bi jehrî xistin daxwaza girtinê

Hat ragihandin ku 3 şikbarên tê îdiakirin li Yenîmehleya navçeya Enqereyê 16 kuçik bi jehrî xistin û cehimandin bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya cezayê silhê kirin.

Amirtiya Buroya Lêkolîna Sûc a Midûriyeta Ewlekariya Yenîmehleyê ji bo li ser îdiayên dibêjin kûçik bi jehrî xistine û cehimandine lêkolînê bibe ekîb ava kir û di xebatên ekîbê da L.O. M.D. û A.G. hatin binçavkirin. Karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran hatin temamkirin û şikbar anîn edliyeyê.

Li vê derê dozger jêpirsîna şikbaran temam kir û bi hinceta "cehimandina kuçikên bi xweyî" va şikbar bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya cezayê silhê kirin.

Pêr bi şev li Batikenta herêma Enqereyê hin kes bi minibêsê hatibûn goştê mirîşkan danîbûn der û dorê, kuçikên ku goşt xwaribûn jî bi jehrê ketibûn, 16 kuçik cehimîbûn û hin kuçik jî bi destê beytaran hatibûn dermankirin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE