Ji bo Stenbolê biryara nûkirina hilbijartinê

YSK’yê biryara betalkirin û nûkirina hilbijartina Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê da.

Ji bo Stenbolê biryara nûkirina hilbijartinê

Nûnerê AK Partiyê yê li LBHê Recep Ozel got, "Lijneyê ji ber ku 22 cedwelên hijmartinê vala bûn û bê îmza bûn û herwiha ji ber ku serok û endamên lijneya sindoqê ji wezîfedarên kamûyê nehatine hilbijartin, biryara nûkirina hilbijartinê da."

Ozel derbarê biryara LBHê ya ji bo hilbijartinên li Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Ozel wiha got, "Biryara betaliya mezbeteyê ya Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu derket. Mafdariya xwesteka me di vê xalê de bi biryara LBHê teyîd bû. Partiyên siyasî dikarin bi heman namzêdan biçin hilbijartinê, di haletê mirin û îstifayê de dikarin namzêdan biguherin."

Ozel anî ziman ku dê teşkîla lijneyên sindoqan jinûve bi qanûnê re pabend were kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 07 Gulan 2019, 09:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE