"Ji bo vegera normalê pêdivê bi awayekî ber bi çav em hejmara pêketiyan kêm bikin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Ji bo vegera normalê pêdivê bi awayekî ber bi çav em hejmara pêketiyan kêm bikin."

"Ji bo vegera normalê pêdivê bi awayekî ber bi çav em hejmara pêketiyan kêm bikin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Di hejmara pêketiyan de li seranserê welêt di serdema dawîn de dike ku di şerîteke weke 7-8 hezarî de asê bimîne."

Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ku bi rêya vîdeo konferansê beşdar bû û serektî kir, daxuyanî dan.

Wezîrê Tandirustiyê Fahrettîn Koca anî ziman ku hindik maye ew asta yekem a vaksîna koma berahî ya ku Lijneya Zanistê pêk aniye biqedînin û got, "Li welatê me heta nuha nêzîka 800 hezar ji wan doza duyem, zêdetir ji 5 milyona vaksîn lê hat dayin.

Koca bal kişand ser hejmara pêketiyan û got, "Ji bo vegera normalê pêdivê bi awayekî ber bi çav em hejmara pêketiyan kêm bikin. Li hember mutasyonên ku li welatê me jî hatin dîtin, em xebateke çalak dikin. Di hejmara pêketiyan de li seranserê welêt di serdema dawîn de dike ku di şerîteke weke 7-8 hezarî de asê bimîne."

Wezîr Koca tekezî li wê yekê kir ku ji bo vegerîna jiyana normal hewleke mezin tê dayin û wiha pêde çû:

"Me bi YOKê ragihand ku heta ji dest were perwerdeya pratîk rûbirû, ya teorîk jî online bê domandin. Em dixwazin wext berî wext esnaf vegere karê xwe, xwendekar vegere xwendina xwe. Ji bo cîgirkirina krîterên vê Lijneya Zanistê xebatên xwe didomîne. Derbarê tedbîran de êdî em derbasî serdemekê bûn ku em dikarin li gorî hejmarên pêketiyan bêjin "di cihê wê de biryar'."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE