Ji bo vekolîna mirina Mursî û kurê wî bangewazî

Yahya Hamîd ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî tevlî Amr Derracê ku ew jî di heman demê da Wezîrê Plankirin û Hevkariyên Navneteweyî bû ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestin bila mirina Mursî û kurê wî vekolin.

Ji bo vekolîna mirina Mursî û kurê wî bangewazî

Yahya Hamîdê di heyama Mursî da Wezîrê Veberhênanê bû ji bo zelalkirina mirina Serokomarê Misrê Mihemed Mursiyê ku li eywana mehkemeyê can da û kurê wî Ebdullah Mursiyê ji nişka va mir, xwest bila vekolîneke navneteweyî bê kirin.

Yahya Hamîd ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî tevlî Amr Derracê ku ew jî di heman demê da Wezîrê Plankirin û Hevkariyên Navneteweyî bû ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestin bila mirina Mursî û kurê wî vekolin.

Hamîd destnîşan kir ku ew ji ber gotinên pisporên NYyê yên der barê mirina Mursî da kêfxweş bûn û wiha pê da çû: "Ez bi her awayî piştgiriyê didim wê hewla ku pisporên mafên mirovan ên NYê ji bo wefata Mihemed Mursî dane destpêkirin. Lê ji bo ku rastî tam bê fehmkirin NY divê li ser mirina Ebdullah Mursî jî bisekine. Em piştgiriyê didin lêpirsîna NYê ya der barê şert û mercên ku bûne sedema mirina Serokomar Mursî û ji wê xebatê gelek razî ne. Ev vekolîn ji bo pêşerojê geveke girîng e."

Raportora Taybet a Înfazên Nedarizî û Kêfî ya Neteweyên Yekbûyî û Koma Xebata Binçavkirinên Kêfî ya NYê duh daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Şert û mercên girtîgehên li Misrê dibe ku rasterast bûbûn sedema mirina Mihemed Mursiyê ku cara ewil awayek demokrat wek Serokomarê Misrê hatibû hilbijartin. Mirina Mursî ya piştî rastî van muameleyên zor û zehmet hat, dibe ku wek cinayeteke kêfî ya bi destê dewletê qewimî be."

Serokomarê hilbijartî yê Misrê Mihemed Mursiyê 3 tîrmeha 20013an bi derbeya eskerî ji text hatibû daxistin, îsal 17yê hezîranê di rûniştinekê da li eywana mehkemeyê wefat kiribû. Kurê wî Ebdullah Mursî jî di meha îlonê da ji ber qeyrana dil ji nişka va wefat kiribû.

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2019, 16:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE