Ji bo Yemenê kampanyaya alîkariyê

Dîplomatên jin ên Ereb li Neteweyên Yekbûyî dest bi kampanyayê kirin...

Ji bo Yemenê kampanyaya alîkariyê

Dîplomatên jin ên ereb ji bo çareseriya krîza mirovî ya li yemenê kampanayaya alîkariyê da destpêkirin. Kampanya li navenda giştî ya neteweyên yekbûyî tê kirin. Tirkiye jî mil dide alîkariyê.

Ji bo krîza Yemenê li navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî kampanyayeke alîkariyê dan destpêkirin. Kampanyayê dîplomatên jin ên Ereb birêve dibin. Tirkiye, Swêd, Belçîka û Hollanda jî piştgiriya vê kampanyayê dikin.

Di kampanyayê de çîkolata û şîraniyên taybet hatin firotin.

Pereyên ji vir hatin komkirin jî wê ji bo Yemenê bên xerckirin.

Li Yemenê zêdetirî 4 salam e şer û pevçûn didomin. Ji ber pevçûnan bi hezaran kes mirin. Ji ber şerê navxweyî xela rabû û bi milyonan însan birçî man. Bi taybetî jî zarok û pitik ji birçîna dimirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî nîvê nifûsa Yemenê, ango bi qasî 10 milyon kes di nav xelayê de ne. Zêdetirî 22 milyon kes jî hewcedarê alîkarî û parastinê ne.

Dîroka nûkirinê: 22 Adar 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE