Ji bo zarok û ciwanan Xizmetên Şaredariya Bitlisê

Li bajêr ji bo zarokan 7 park ji bo ciwanan 19 qadên basketbolê hatin çêkirin

Ji bo zarok û ciwanan Xizmetên Şaredariya Bitlisê

Walî û Qayyûmê Şaredariya Bêdlîsê Îsmaîl Ustaoğlu li bajêr ji bo zarok û ciwanan gelek xizmetan dike. Li bajêr heta niha ji bo zarokan 7 park ji bo ciwanan jî 19 sihayên basketbol û futbolê hatine çêkirin.

Piştî qeyyûm hat tayînkirin ser şaredariya Bilîsê xizmet jî hat û rûyê gel keniya.

Ne mezin hatin jibîrkirin ne jî piçûk û ciwan. Ji bo kêf û hefza wan şaredarî bê navber dixebite.

Zarok û ciwan ji bo ku nekevin pêy tiştên xirab şaredarî ji wan re park û seheyên futbol û basketbolê çêdike.

Armanc ew e ku li her taxê parkek û seheyek hebe.

Walî û Cîgirşaredarê Bitlisê İsmail USTAOĞLU:me got em ê li her taxê seheyeke basketbolê çêbikin. Me got em li wan dibistanên ku seheyên wan ên basketbolê tuneye jî seheyan çêkin. Me heta niha 19 seheyên basketbolê temam kirin û xistin xizmetê. Êdî ciwanên me li van deran dilîzîn û wextê xwe derbas dikin.

Li bajêr hêj hefteya borî bi beşdariya walî parkek hat vekirin.

Ev park wekî zarokan bikêrî malbatên wan jî tê.

Niştecihên taxan ji van xizmetan razî ne.

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2018, 11:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE