Ji bona cinayeta plankirî keşf hatiye kirin

Di lêpirsîna rojnamevan Cemal Kaşikçiyê ku li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hat kuştin da derket holê ku beriya cinayetê bi wesaîta bi plaqeya diplomatîk ya Serkonsolosxaneyê li Daristana Belgradê keşf hatiye kirin.

Ji bona cinayeta plankirî keşf hatiye kirin

Di lêpirsîna rojnamevan Cemal Kaşikçiyê ku li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hat kuştin da derket holê ku beriya cinayetê bi wesaîta bi plaqeya diplomatîk ya Serkonsolosxaneyê li Daristana Belgradê keşf hatiye kirin.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku der barê kuştina Kaşikçî da dimeşîne bi berfirehî dewam dike.

Ekîbên ku ji bona eşkerekirina bûyerê dixebitin di serî da derdora konsolosxaneyê qeydên kamerayê yên li bajêr kontrol dikin.

Di çarçoveya lêkolînan da li Stenbolê di serî da Balafirgeha Ataturk, Levent û Sultanahmedê ji 62 cî û 137 kamerayan qederê 2 hezar saet dîmen hatin hildan û ji hêla ekîbeke taybet va ev dîmen hatin lêkolînkirin.

Ji dîmenan tevgerên ekîba Siûdî ya 15 kesan pêk tê û ji bona kuştina Kaşikçî hatine û rayedarên konsolosxaneyê ku beriya bûyerê û piştî bûyerê çi kirine hatin tesbîtkirin.

Ji dîmenan eşkere dibe ku rayedarên konsolosxaneyê rojek beriya bûyerê di êvara 1ê Cotmehê da mînîbuseke bi plaqeya diplomatîk kontrol dikin ku ji deriyê hewşa konsolosxaneyê dikare bikeve hundir yan nikare.

Wek mayîn hat tesbîtkirin 1ê Cotmehê ekîbeke ji 3 kesan pêk tê bi balafira biterîfe ji Erebistana Siûdî tên di otêlekê da bi cî dibin û peyra diçin konsolosxaneyê.

Derket holê ku ekîbeke din bi wesaîta bi plaqeya diplomatîk ya serkonsolosxaneyê 1ê Cotmehê li Daristana Belgradê derdikeve keşfê. Wêneyên ku wesaît dikeve Daristana Belgradê û Kaşikçî di 1ê Cotmehê da tê Balafirgeha Ataturkê hatin dîtin.

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE