''Ji bona destûra bingehîn ya nû di nav îsal da amade bikin û bi hev ra dest bi nîqaşa li serê bikin''

''Ji bona destûra bingehîn ya nû di nav îsal da amade bikin û bi hev ra dest bi nîqaşa li serê bikin''

Serok Erdogan: "Werin em bi hev ra pêşniyazên xwe yên ji bona destûra bingehîn ya nû di nav îsal da amade bikin û bi hev ra dest bi nîqaşa li serê bikin."

"Li gorî qinaeta min destûra me ya bingehîn ya nû ya dê hêza îradeya neteweyî nîşan bide wê bibe sertacê hedefên me yên ku ji bona sala 100emîn ya komarê hatine destnîşankirin."

"(Destûra bingehîn ya nû) Ji ber ku MHPya şirîka Îtifaqa Cumhur jî bi erênî li vê pêşniyazê mêze dike înşellah li ber Tirkiyeyê di dîroka wê da firsendek çêbûye ku destûreke bingehîn ya nû ya sivîl çêke û di rewşeke rasteqîn ya azadiyê da pêşkêşî gel bike."

 "Miletê me eleqeya semîmî nîşanî rojeva me ya reformê da, hêviyeke mezin heye, vê quwet da me ku teklîfa amadekirina Qanûna Bingehîn pêşniyazî raya giştî bikin."

"Ji bona li ser destûra bingehîn ya nû biaxivin û çêkin şert û merc di cî da ne. Wek mayîn ji bona hevsenga aborî û siyasî ya kurewî da ku diguhere ciyê xwe bigirin û ji firsendan îstifade bikin hewcedariya me bi sîwaneke zexim heye."

"(Qanûna Bingehîn a nû) Terciha me ew e ku hemû partiyên siyasî di pêvajoyê da hebin. Ji bo vê em ê hetanî dawiyê hewleke semîmî nîşan bidin"

"Kadroya me ya di 18 salan da xizmet û berhemên di dîroka Tirkiyeyê da nehatine dîtin ew ê di rêya 2023yan da Qanûna Bingehîn a sivîl ya teze jî amade bike."

Divê em ecele nekin, bi hemû derdoran ra bişêwirin û metneke destûra bingehîn ya wisa derxin meydanê ku pêwistiyên sedsala li pêşiya me di xwe da bihewîne."

"Em salvegera 100emîn ya komara ne bi destûra bingehîn ya derbeyê bi destûreke bingehîn ya sivîl ku layiqî welat û gelê me ye pêşwazî bikin."

"Di Pîlana Çalakayiya Mafên Mirovan a em ê bi raya giştî ra parve bikin da em ê kurtasiya sernavên mijara Qanûna Bingehîn jî eşkere bikin. Ez ji vê derê bangî hemû partiyên siyasî, akademisyen, zanîngeh, saziyên civaka sivîl, endamên medyayê û hemû merivên fikr û aksiyonê dikim. Werin em bi hev ra pêşniyazên ji bo Qanûna Bingehîn a teze binirxînin û niqaşan bikin."

"Qanûnên bingehîn li gor xwezaya xwe mecbur in ku ji hêla tevahiya civakê va bên piştgirîkirin. Ev jî ancax wiha mumkin e ku hemû aliyên li welêt bikaribin xwe di vê qanûna bingehîn a nû da îfade bikin, ew wisa bê amadekirin."

"Bi taybetî ya esnafên xebatên xwe dane sekinandin em tengasiya hemû welatiyên xwe dizanin û mijarê ji nêz va dişopînin. Ji bo çareserkirina tengasiyan em her tim bernameyên piştgiriyê pêş dixin."

"Dewletên Rojavayî bi zorê bi şewbê ra serî derdixin, lê me dest bi amadehiyên piştî şewbê kiriye."

" Bi tenê di çarçoveya parastina civakî da piştgiriya ku me da welatî û xebatkarên xwe ji 51 milyar lireyî derbas bû."

"Werin em bi hev ra pêşniyazên li ser mijara qanûna bingehîn di nav salekê da amade bikin û li ser niqaşên xwe bikin."

"Xezîneya me, di emrê esnafê me û miletê me da ye. Heke Bay Kemal vê naşopîne, ez çi bikim. Em dizanin ku ji kaseya me çi dertê, diçe ku û me daye ku"

 "Serokê Giştî yê CHPyê dema di merasima temelavêtina Tramvaya Çîgliyê da diaxivî bi pesin digot şaredariya wan ji xezîneyê di nav şertên guncaw da deyndar bûye. Şaredariya Mezin a Îzmirê wek şaredariyeke ku 2,5 qatê budçeyê deyndar e va jixwe ne xwedî wê heqê ye ku deyndar be, Kemal Beg vana hîn bibe." 

"Me Stenbol bajarekî wekî kûçeyên wê tijî sergo bibûn, ava wê miçiqîbû, gihandina wê xirab bibû, der û dora wê bi şevnişînên binesaziya wan tunebûn hatibû pêçan, hewaya wê qirêj, merivên wê bê xwedî û nerihet dewr hildabû. Em bi ekîba xwe ra ketin milê hev û me di nav çend salan da hemû pirsgirêkên bajêr çareser kirin. Mixabin hin nebaşî di van demên dawîn da dîsa li Stenbolê dest pê kirin, li Îzmirê û bajarên şaredarî di dest êCHPyê da ne dîsa tên dîtin."

"Kesên ser destdirêjî, taciz, dizî, avrûderketina nav partiya xwe digrin êdî firsendê nabînin ku li ser mijarên ji derdê gel ra bibin derman bixebitin, helbet ew ê li ser sandiqê hesabê vê bidin."

"Kesên ji bo îstifayên ji partiyên din li çepikan dixin îstifayên ji CHPyê dixin binê erdê, em vê bi îbret teqîb dikin. Li gor nirxandina me eva ew e ku zihniyeta faşîst a bi boyaxa demokrasiyê tê veşartin îfşa dibe."

"Êdî kongreyên me bi piranî xilas dibin. Înşaellah em ê di dawiya adarê da kongreya xwe ya mezin bikin."

 "Ez dixwazim bangî wîcdana birayên xwe yên di nav CHPyê da yên ji welat û gelê xwe hez dikin û xwedî aqlekî selîm in bikim: CHPya ku niha bi rêxistinên terorê û alîgirên wan ra bûye yek CHPya Kuvayî Milliyeyê ye? Na. Kesên ku ji berê va xizmeta vê partiyê kirine êdî serî hildidin ku CHPya niha ji îstiqameta xwe derketiye. Ev CHP ya gelek siyasetmedarên girîng tê da bûn e qey? CHPya niha wekîlên xwe yên ji hêla gel va hatine hilbijartin ji bo berjewendiyên siyasî derdixe bazarê, yên li dijî vê derdikevin jî diavêje. Ev CHPya niha gelo CHPya kesên bi salan e pesnê demokrasiya di nav partiyê da didan e?"

"Zatê ku serokatiya CHPyê dike, di binê navê siyasetê da rêbazeke bêrû û bêrûmet bi israr li ser partiya xwe û welêt ferz dike. Em bi tîpekî karîkatur û belengaz ra rûbirû ne ku bi derewan kêfxweş dibe, bi îftirayan dimeşe, rûyê wî sor nabe, wijdana wî naxe nalîn û ji exlaqê siyasî bêpar e."

"Bira hemû dinya bizane ku em ê êdî destûrê nedin ku Tirkên Qibrisê bibin mexdûrê pirsgirêka ku nîv qirn e li Giravê dewam dike."

"(Ji Serokwezîrê Yewnanîstanê Mîçotakîs ra) Ji min ra meydanê nexwîne, hedê xwe bizanibe. Heke nizanibî nexwe te pêhn avêt maseyê, tu reviyayî. Tu baweriya xwe hin çiyayan tînî, lê berfê li wan çiyayan kir, feydeya ji wan yekî jî ji te ra tune. Lê em navika xwe bixwe dibirin. Ji ber wê tu yê Tirkan baş nas bikî."

"Tiştên ku hûn li giravan dikin, li meydanê ye. Hûn bi çiyê xwe bawer in. Ji hin deran dîsa ji we ra piştgirî wê were, hûn baweriya xwe bi vê tînin. Heke ku hûn bi vê bawer in, hûn xeta dikin. Ji ku derê çi tê bira were. Vê bizanibin ku Tirkiye li ser piya ye, li cihê xwe ye û hewcedarî pê hebe, bi cih tîne, dizane ku wê çi bike."

"Dema daxuyaniyên dawîn ên Yewnan û Rûman dinihêrin em dîbinîn ku di tevgera wan a Tirkên Qibrîsê tune hesab dikin da tu guherîneke biçûk jî nebûye. Li Qibrîsê êdî ji bilî çaresariya dudewletî tu rêyeke xelasbûne nemaye. Dixwazin qebûl bikin, naxwazin qebûl nekin."

"Li hember hişmendiya Yewnan û Rûman ku hebûna civaka Tirkan ya li giravê tune dihesibîne û 50 sal in mizakereyan mehkûmî bêencamê dike hewce nake dîsa li ser rêyên çareseriyê yên berê biaxivin. Meseleya Qibrîsê divê li gor şert û mercên heyama nû bi hişmendiya çareseriyê bê gotûbêjkirin."

"Êdî ji bilî çareseriya dudewletiyê li Qibrîsê rêya çareseriyê nemaye. Hezkî qebûl bikin, hezkî nekin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE