"Ji bona Lîbyayê çareseriya herî baş çareseriya siyasî ye"

Çavuşoglu tevî Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy ji ber bernameya "Cardin Keşif Bike" li Antalyayê di daxuyaniya çepemeniyê da axivî.

"Ji bona Lîbyayê çareseriya herî baş çareseriya siyasî ye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Hefter guh neda bangên hatin kirin. Berevajiyê vê êrîşkariya xwe zêde kir. Têk diçe û mehkûmî têkçûnê ye. Nikare bi ser bikeve. Ji bona pêvajoya siyasî firsendek hebû, lê ev firsend wenda kir. Divê derbekarekî wiha di rêvebiriya welêt da cî negire. Divê derbekar tu wextî di rêvebiriya dewletê da tunebin. Ji bona Lîbyayê çareseriya herî baş çareseriya siyasî ye." 

Çavuşoglu tevî Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy ji ber bernameya "Cardin Keşif Bike" li Antalyayê di daxuyaniua çepemeniyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê şaredarên HDPyî yên ji wezîfeyê hatin hildan da wiha axivî: "Gelek şaredarên HDPyî li ser karên xwe ne. Çima hin ji wan ji wezîfeyê hatin hildan? Lewra pereyê ku ji xezîneyê ji bona welatiyan tê ji bona destekê bidin terorîstan emilandin. Kîjan dewlet dikare vî tiştî qebûl bike? Divê ev were fehmkirin. Divê siyasetmedarên ku gel wiha hildibijêre û kesên vê hêzê ji bona destekê bidin terorîstan ji bona xirabiyê diemilînin ji hev bên cudakirin."

Mevlut Çavuşoglu der heqê geşedanên li Lîbyayê da wiha got: "Hefter guh neda bangên hatin kirin. Berevajiyê vê êrîşkariya xwe zêde kir. Têk diçe û mehkûmî têkçûnê ye. Nikare bi ser bikeve. Ji bona pêvajoya siyasî firsendek hebû, lê ev firsend wenda kir. Divê derbekarekî wiha di rêvebiriya welêt da cî negire. Divê derbekar tu wextî di rêvebiriya dewletê da tunebin. Ji bona Lîbyayê çareseriya herî baş çareseriya siyasî ye."

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir li Almanyayê hin siyasetmedar hene ku îdeolojiya wan çepgiriyeke radîkal e û wiha peyivî: "Bi tu îdeolojiyê ra pirsgirêka min tuneye. Rastgir yan jî çepgir ferq nake, lê dijî nijadperestiyê me. Ev siyasetmedar destekê didin PKKyê. Dixwazin sifetê terorîstiyê ji ser PKKyê rakin. Ev tiştekî adil e? Li Tirkiyeyê pergaleke hiqûqê û parêzer hene. Ev biryar li gor vê pergala hiqûqê tên hildan."

Çavuşoglu der barê geşedanên li Rojhilatê Behra Sipî da destnîşan kir bêyî Tirkiyeyê li Rojhilatê Behra Sipî feydeya tu peyman û gavekê tuneye û derbas nabe û wiha dewam kir: "Me bi gotinê bi serê wan nexist û niha jî em bi xebatên xwe nîşan didin. Me wisa kir, lê em ê ji vir û pê da yekalî bikin? Na, Yewnanistan jî di nav da em ji her kesî ra ji bona diyalogê amade ne."

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir li Silêmaniyeya herêma li bakurê Iraqê PKKya rêxistina terorê daketiye bajêr û wiha got: "Bi sedan ciyan kontrol dike. Zextê li partiyên li wir dike. Loma jî li wir ji bona me gef in. Herekata Pencikê heta ew herêm ji terorîstan bê paqijkirin wê gav bi gav bidome. Ev ji bona me û ji bona Iraqê jî baş dibe."

Mevlut Çavuşoglu di berdewamiyê da wiha axivî: "(Şewba Kovîd-19ê) Em di mijara ji ber hin welatên ku Tirkiyeyê wek herêmeke bi talûke hildan nav lîsteyê û qewlê vê lîsteyê dirêjkirin da şaş man. Lewra wek Tirkiye me bi pergala xwe ya tenduristiyê li hemberî şewbê tewdîrên hewce dikirin hildan û li hemberî vîrusê awayekî xurt têkoşiyan. Qada me ya turîzmê ji bo mêvanên biyanî amade ye. Em di vê mijarê da ji xwe bawer in. Baweriya me bi bazara me ya tenduristî û turîzmê heye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE