Ji Çavuşoglu daxuyaniya der heqê Kaşikçi

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Bi derengî be jî gelekî girîng e ku Erebistana Siûdî kuştina Kaşikçî qebûl kir."

Ji Çavuşoglu daxuyaniya der heqê Kaşikçi

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Bi derengî be jî gelekî girîng e ku Erebistana Siûdî kuştina Kaşikçî qebûl kir."

Çavuşoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bona bûyera kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî wiha got: "Bi derengî be jî gelekî girîng e ku Erebistana Siûdî kuştina Kaşikçî qebûl kir."

Çavuşoglu destnîşan kir di bûyera Kaşikçî da heger NY, saziyên navneteweyî yan jî dadgeh lêpirsînê veke Tirkiyeyê hevkariyê bike.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê bûyera Kaşikçî diyar kir delîlên di destê xwe da bi tu dewletekê ra parve nekirine, lê dibe ku îstixbarat bi hev ra biaxivin.

Çavuşoglu destnîşan kir têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê ji ber Brunson xera nebûn, ji ber alîkariya dide YPG/PKKyê û helwesta FETOyê xera bûn.

Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir nayê qebûlkirin rêxistineke (FETO) ku li Tirkiyeyê derbe kiriye li wir bihewe û got divê Amerîka êdî gavan biavêje.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der heqê FETOyê da diyar kir FBIyê lêpirsînek daye destpêkirin û wiha got: "Ji FBI û Wezareta Karên Derva ekîbek hat Enqereyê û me hemû belge bi wan ra parve kirin."

Çavuşoglu destnîşan kir Rûsyayê dît ku YPG rêxistineke terorê ye û wiha got: "Nabe ku PKK/YPG (li Sûriyeyê) di komîsyona destûra bingehîn da cî bigire, em destûrê nadin."

Mevlut Çavuşoglu der barê mizakereyên ji bona Qibrîsê tên kirin da jî diyar kir tu kes êdî nikare sernekeftineke din ragire û got em qet qebûl nakin.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Cotmeh 2018, 14:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE