Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoğlu ji bo têkiliyên fermî çû îranê û bi hevkarê xwe Cevad Zarîf re civiya.
Li bajarê Isfahanê ewilî di navbera şandeyan de civînek hat kirin. Piştre herdu wezîran Plana Îstîşareyan îmze kir.
Wezîr Çavusoglu got; Em li ser bazirganiya bi pereyên neteweyî, zêdekirina bazirganiya her du welatan, konsolxane û ragihandinê axivîn.
Çavusoglu diyar kir ku ji vir û pê ve wezîrên karên derve yên her du welatan ji bo nirxandin û îstîşareyê dê 6 mehan carekê bicivin.
Li aiyê din wê îstîşareya di navbera alîkarên wezîran de jî dewam bikin.
Mevlut Çavusoglu bi bîr xist ku li herêmê itîfaqên dualî û sêalî hene.
Piştî civînê Zarîf ji bo Çavusoglu firavîn da.
Çavusoglu doh jî li Isfahanê vekirina buroya THY’ê kir