Ji dayikên Diyarbekirê berteka qetlîama Garayê

Dayikên Diyarbekirê bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê dan ku li Garaya li herêma Herekata Pence Qertel-2 13 welatiyên Tirk şehîd kirin.

Ji dayikên Diyarbekirê berteka qetlîama Garayê

Malbatên ku li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, çalakiya rûniştinê dikin, bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê dan ku li Garaya li herêma Herekata Pence Qertel-2 13 welatiyên Tirk şehîd kirin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 532yemîn da dewam dike.

Malbatan ji bo 13 welatiyên Tirk ên ku bi destê rêxistina terorê PKKyê li Garaya li herêma Herekata Pence Qertel-2 hatin şehîdkirin, Qur'ana Kerîm dan xwendin û dia kirin.

Ayşegul Biçerê li ser navê dayikan daxuyanî da û ji bo 13 welatiyên Tirk ên ku hatin şehîdkirin, ji Xwedê rehmet û ji bo malbatên wan jî sersaxî xwest.

- "Wekî dê û bav em timî piştgiriya dewleta xwe dikin"

Biçerê bal kişand ku wekî dê û bav ew ji bo hewildanên wan, sipasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û hêzên ewlekariyê dikin û wiha dewam kir:

"Rêxistina terorê PKKyê dîsa rûyê xwe nemerd nîşan da û 13 welatiyên bêguneh şehîd kirin. Ev êrîş li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin. Wekî dê û bav em timî piştgiriya dewleta xwe dikin. Her wiha em ê tu wextî dest ji têkoşîna xwe nekişînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE