Ji dayikên Diyarbekirê bo malbatên Hekariyî piştgirî

Dayikên Diyarbekirê piştgirî dan malbatên Hekariyî ku rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê.

Ji dayikên Diyarbekirê bo malbatên Hekariyî piştgirî

Dayikên Diyarbekirê piştgirî dan malbatên Hekariyî ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan bi darê zorê revandiye serê çiyê û HDPyê berpirsê vê yekê dibînin û li pêş avahiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiyê didomînin.

Malbatên ji ber terorê mexdûr bûne li ser Kolana Komarê hatin bal hev û wêneyên zarokên xwe û pankartên li serê "Dayikên Diyarbekirî, Şirnexî û Hekariyî zarokên xwe ji HDPyê dixwazin" vekirin.

Di hefteya 18mîn da malbatan dirûşmeyên dijî HDP û PKKya rêxistina terorê berz kirin û heta pêş avahiya serokatiya bajêr a HDPyê meşiyan.

17 malbatên ji Diyarbekirê hatibûn jî piştgirî dan malbatên Hekariyî ku zarokên wan di destê PKKya rêxistina terorê da ne.

Leyla Çîftçî ya ku tiyê wê ji alî PKKya rêxistina terorê va hatiye revandin got ku dayikên kezeba wan peritiye ewladên xwe ji HDPyê dixwazin.

Çîftçiyê destnîşan kir ku bi saya liberxwedana bi biryar a dayikan wê rêxistina terorê têk biçe û wiha domand: "Ji vê derê em bang dikin wan kesên her çiqas ne li vê derê bin jî û dixwazin li cem me cî bigirin werin û tevlî me bibin. Em vê doza xwe ya heq bi hev ra bimeşînin û bigihêjin zarokên xwe."

- "Bi tenê armanceke me heye ew jî dawî li PKKyê anîne"

Ayşegul Bîçera ji Diyarbekirê hatibû û got ku ew jî li Diyarbekirê beşdarî çalakiya rûniştinê ya li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bû û gihîşt ewladê xwe û niha jî ji bo piştevaniyê bide dayikan li Hekariyê ye.

Bîçerê destnîşan kir ku ew li cem dayikên di nobetê da cî digirin û wiha domand: "Heya ji destê me tê em piştgiriyê didin hemûyan. Bajar bi bajar digerin û bi tenê armanceke me heye ew jî dawî li PKKyê anîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE