Ji dayikên Diyarbekirê bo zarokên xwe bangewaziya "teslîmbûnê"

Ji dayikên Diyarbekirê bo zarokên xwe bangewaziya "teslîmbûnê"

Ji dayikên Diyarbekirê bo zarokên xwe bangewaziya "teslîmbûnê"

DIYARBAKIR (AA) - Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan da destpêkirin û nobeta wan di roja 790emîn da dewam dike.

Ji dayikên ku tevî wêneyên zarokên xwe, rûniştina xwe didomînin, Ayten Elhamanê diyar kir ku 4 sal e tu xeberê ji kurê xwe nastîne.

Elhamanê bal kişand ku ewladên wan, ji wan sitandin û wiha dewam kir, "Em di rêya rast da ne. Kurê min Bayram were, li vir dewleta me heye û bihêz e. Birevin werin."

Necibe Çiftçiyê ku ji bo kurê xwe Rojhat di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir ku ew dixwaze bigihîje zarokê xwe.

Çiftçiyê wiha xeberda, "Kezeba me dişewite. Hestên me bi zarokên me ra ne. Zarokên me tên xewna me."

Çiftçiyê wiha bangî kurê xwe kir, "Kurê min Rojhat tu yê yan werî kuştin, an jî vegerî. Êdî bes e vegere."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE