Ji dayikên Diyarbekirê bo Îzmirê peyama sersaxiyê

Ji dayikên Diyarbekirê bo Îzmirê peyama sersaxiyê

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike û wan sersaxî da malbatênkesên di erheja li Îzmirê qewimî da can dan.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 425an da dewam dike.

Aysel Bozkurt a di çalakiya dayikan da bû sersaxî da malbatên kesên di erdhejê da can dan û got: "Em dayikên li vê derê gelek li ber erdheja li Îzmirê çêbû, ketin. Wek Dayikên Diyarbekirê em her tim ji wan ra dia dikin."

Turkan Mutlu ya ji Bursayê bo qîza xwe Şeymaya revandine serê çiyê di çalakiyê da bû got: "Xwedê rehma xwe li miriyan bike û şîfayê bide birîndaran."

Mevlude Uçdag a ji bo kurê xwe Remezan di çalakiyê da ye jî destnîşan kir ku ew malbatên di nobetê da li cem Îzmirê ne û dia dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE