Ji Dayikên Diyarbekirê meşa "Neletkirina Terorê"

Dayikên Diyarbekirê meşa "Neletkirina Terorê" li dar xist û bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê ku zarokên wan revandine serê çiyê dan.

Ji Dayikên Diyarbekirê meşa "Neletkirina Terorê"

Dayikên Diyarbekirê meşa "Neletkirina Terorê" li dar xist û bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê ku zarokên wan revandine serê çiyê dan.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 555emîn da dewam dike.

Malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê bi meşa "Neletkirina Terorê" bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê dan.

Malbatan ji duryana Tesîslerê ya Xaçerêya Şanliurfayê dest bi meşê kirin û di dema meşê da di destê wan da dovîzên li serê "Ha HDP ha PKK", "Dabeşker dê bibin hezar parçe", "Êdî bes e ewladên me berdin", "PKK yan dê hilweşe yan dê hilweşe", "Dayik 555 roj in di nobetê da ne", "Êdî bes e vegerin mala xwe" nivîsandî hebûn.

Meşa ku dirûşmeyên wekî "Bila PKK qehr be, HDP qehr be", Kurd û Tirk bira ne, HDP qeleş e" hatin berzkirin li ber derê Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê xilas bû.

Ji dayikan Gulsen Olmezê di daxuyaniya xwe da got ji bo ku ewladên xwe ji destê terorê xilas bikin 555 roj in di nobetê da ne.

- "Em dayik dê derbeya dawîn li terorê bixin"

Olmezê got bangî kesên ku wan nabihîzin dikin û wiha axivî:

"Heke zarokên me hatibin xerandin sedema wê HDP ye. HDPyê pişta xwe daye PKKyê. Yên piştgiriyê didin HDPyê, îtifaqê dikin hevkariya sûc dikin. Em PKK û hevkarên wê şermezar dikin. Em ji dayikên ku li Şirnex, Hekarî, Wan û Îzmirê ji bo ewladên xwe nobetê digirin û terorê şermezar dikin, ji PKKyê ra dibêjin ku 'êdî bes e' silavên xwe dişînin. Em dayik dê derbeya dawîn li terorê bixin, em dayik dê PKKyê hilweşînin, dabeşker dê bibin hezar parçe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE