Ji dayikên laçikspî bo dayikên Diyarbekirê piştgirî

Ji Agiriyê ji bo piştgiriya dayikan hatin Diyarbekirê....

Ji dayikên laçikspî bo dayikên Diyarbekirê piştgirî

Li Diyarbekirê nobeta dayikên dilşewat li ber Serokatiya HDP'ê berdewam dike. Hejmara malbatên ku dibêjin zarokên me hatine revandin çiyê, her ku diçe zêdetir dibe. Dayik dibêjin êdî bes e û zarokên me bidin me. Piştgiriya ji bo dayikan jî her ku diçe mezintir dibe. Ji Agiriyê dayikên laçikspî 3 otobus tîjî kirin û ji bona destekê hatin serdana dayikên dilşewat.

Ji Agiriyê dayikên laçikspî 3 otobus tîjî kirin û ji bo piştgiriya dayikên li ber deriyê Serokatiya Bajêr a HDPê nobetê digrin hatin Diyarbekirê.

Dayikên ku dibêjin; zarokên me bi rêya HDP'ê derketine çiyê li ber Serokatiya avahiya HDP'ê çalakiya rûniştinê didomînin û HDP'ê weke berpirsê windabûna zarokên xwe dibînin.

Hejmara malbatan gihaştiye 53yan. Her roj ji çar aliyê welêt ji bo dayikan destek tê. Vê carê jî ji Agiriyê dayikên Laçikspî hatin cem wan û piştgirî dan nobeta wan.

Dayikên dilşewat ji hemû terefan daxwaza alîkarî û piştgirîyê dikin û dibêjin heta em negihêjin zarokên xwe em ê ji vê derê neçin.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE