"Ji duh va em dibînin rewş ber bi başiyê va diçe"

Kalin: "(Aborî) Ji duh va em dibînin rewş ber bi başiyê va diçe. Hêviya me ew e ev rewş ji vir û pê da jî wê dewam bike."

"Ji duh va em dibînin rewş ber bi başiyê va diçe"

Berdevkê Serokkomariyê Kalin: "(Aborî) Ji duh va em dibînin rewş ber bi başiyê va diçe. Hêviya me ew e ev rewş ji vir û pê da jî wê dewam bike."

"Gorî qinaeta me heger saziyên eleqedar tevdîrên xwe ji vir pê da jî bi cî bînin asayîbûna di aboriya Tirkiyeyê da wê baştir bibe."

 "Tirkiye naxwaze şerekî aboriyê derkeve, lê heger êrîş bikin wê di ciyê xwe da nesekine."

 "Di sala 2018an da 61 kes tevlî rêxistina terorê bûne. Di nav 30 salan da ev jimara herî kêm e."

"Bi taybetî di nav kesên ji 15 salî mezintirin da rêjeya bêkariyê di bin ji sedî 10î da ye. Niha hedefa ji sedî 9,7 bi cî hatiye. Ev jî nîşan dide di aboriyê da îstixdam ber bi başiyê va diçe."

Kalin destnîşan kir Serok Erdogan îro bi Merkela Serokwezîra Almanyayê ra û sibê jî bi Macronê Serokkomarê Fransayê ra bi têlefonê biaxive.,

"Hêviya me ew e pirsgirêk demildest bên çareserkirin. Ji bo vê jî divê rêvebiriya Amerîkayê siyanetê nîşanî daraz û mehkemeyên Tirkiyeyê bide."

 

 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE