Balyozxaneya DYAyê ya li Ankarayê sersaxî li xizmên eskerên ku di êrîşa hêzên rejimê de li Idlibê şehîd ketin, kir û hêviya şîfayê ji bîrîndaran re xwest.
Balyozxaneya DYAyê ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û wiha got, "Tirkiye mitefiqê me yê NATOyê ye, em piştevanê wê ne. Emê her li dijî normalîzekirina rejima Esed di çavê civaka navneteweyî de bisekinin."