Ji Erbaş peyama sala nû ya hîcrî

Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş: "Di dema ku pirsgirêkên civakî rû dan û bandora tengezariyên metafîzîk li ser jiyanê çê bûn, hîcret exlaq û peyameke girîng e ku seba em pêşeroj, dema niha û paşeroja xwe fêm bikin."

Ji Erbaş peyama sala nû ya hîcrî

Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş: "Di dema ku pirsgirêkên civakî rû dan û bandora tengezariyên metafîzîk li ser jiyanê çê bûn, hîcret exlaq û peyameke girîng e ku seba em pêşeroj, dema niha û paşeroja xwe fêm bikin. Yek jî rêya me ronî dike bê ka em ji ku derê hatine û em ê herin ku."

Erbaş ji bo destpêka sala nû ya hîcrî peyam weşand û sala hîcrî ya hemû alema Îslamê pîroz kir.

Erbaş diyar kir, hîcret navê ji şîdetê çûyîna ber bi merhemetê, ji hêsîrtiyê çûyîna ber bi azadiyê, ji evdîtiya evdan tenê evdîtiya Xweda û ji kufrê ber bi îmanê va çûyînê ye û wiha dewam kir:

"Di dema ku pirsgirêkên civakî rû dan û bandora tengezariyên metafîzîk li ser jiyanê çê bûn, hîcret exlaq û peyameke girîng e ku seba em pêşeroj, dema niha û paşeroja xwe fêm bikin. Yek jî rêya me ronî dike bê ka em ji ku derê hatine û em ê herin ku. Ji ber vê yekê me ji sermayeya emrê xwe saleke din jî borand û di van rojan da divê em sala nû ya hîcrî ji bo xwe têxin firsend û xetayên xwe ber çavên xwe ra derbas bikin, biryarên nû bidin û di jiyana xwe da rûpeleke nû vekin. Ji vî alî va sala nû wesîleya şikr û şiûrê ye û seba me nûmetekî bê hempa û derfeteke girîng e."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE