Ji Erdogan mizgîniya bo erzankirina xaz û ceyranê

Serok Erdogan: "Em ê di mal û kargehan da û di ticaretxaneyan da bihayê xazê ji sedî 10 erzan bikin."

Ji Erdogan mizgîniya bo erzankirina xaz û ceyranê

Serok Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir serê salê di avahiyan da wê bihayê ceyranê ji sedî 10 kêm bikin û wiha axivî: "Em ê di mal û kargehan da û di ticaretxaneyan da jî bihayê xazê ji sedî 10 erzan bikin."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir îxracat her diçe kêfa wan tîne û got înşellah dawiya salê em ê rekoreke din bi dest bixin û bigihêjin reqama 170 milyar dolarî.

Erdogan destnîşan kir serê salê di avahiyan da wê bihayê ceyranê ji sedî 10 kêm bikin û wiha axivî: "Em ê di mal û kargehan da û di ticaretxaneyan da jî bihayê xazê ji sedî 10 erzan bikin."

Serok Erdogan diyar kir di turîzmê da sala 2019an wekî 'Sala Girê Mirazan' (Şanliurfa) îlan dikin.

Erdogan destnîşan kir teşwîqa bo îstixdama herêmî salekê dirêj dikin û wiha peyivî: "Li 51 bajar û 2 navçeyên me teşwîqa SGKyê ya 6 puan em didin karsazan wê dewam bike. Di sala 2018an da alîkariya miaşê herî kêm ku me ji bona 9 mehan dida wê di sala pêş da ji bona 12 mehan dewam bike. Ev alîkarî ji bona kargehên ji 500î zêdetir kesên bisîgorte bide xebitandin 101 lire û ji 500î kêmtir be 150 lire be."

Serok Erdogan ji bona gotinên Ozgur Ozelê CHPyî yên der barê Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî da wiha got: "Heqê wan tuneye ku êrîşî hevalekî me yê kabîneyê bikin ku ji 40 salan zêdetir di hêzên me yên çekdar da xebitiye û niha di Wezareta Parastina Neteweyî da wezîfedar e."

Serok Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê pirsên rojnamevanan bersivand.

Serok Erdogan li ser pirsa wexta Serokê Meclisê Bînalî Yildirim ji bona Şaredariya Mezin ya Stenbolê bibe namzed wê îstifa bike yan na got heger Serokê Meclisê Yildirim bibe namzedê Şaredariya Mezin ya Stenbolê hewce nake ku ji wezîfeya xwe îstifa bike. 

Erdogan der barê ji Sûriyeyê vekişîna eskerên Amerîkayê da wiha got: "Amerîkayê wezîfeya xwe kir, eşkere kir, lê li Fransayê daxuyaniya ku Macron da, cudatir e. Ji ber wê em vê gavê li daxuyaniya ku Birêz Trump da, dinihêrin û em bi wî ra tevkariya vê pêvajoyê didomînin. Hevalên min wê îro sibe herin Moskovayê. Li gor geşedanên ziyareta Moskovayê paşê ez ê jî bi Birêz Putîn ra biaxivim." 

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Kanûn 2018, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE