Ji Fahrettin Altun daxuyaniya li ser şehîdkirina sivîlan a li Gara'yê

Altun:"Em, alîgir û berdevkên rêxistinên terorê û her wiha yên ku bi kîlometreyan ji dûr va rêxistinên terorê kontrol dikin, baş nas dikin. Türkiye dê kêliyekî jî raneweste û dê van têkiliyên qirêj eşkere bike û piştê li rêxistinên terorê bişkêne"

Ji Fahrettin Altun daxuyaniya li ser şehîdkirina sivîlan a li Gara'yê

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun der heqê şehîdkirina 13 welatiyên sivîl ên li herêma Herekata Pence Qertel-2 da wiha got, "Em, alîgir û berdevkên rêxistinên terorê û her wiha yên ku bi kîlometreyan ji dûr va rêxistinên terorê kontrol dikin, baş nas dikin. Türkiye dê kêliyekî jî raneweste û dê van têkiliyên qirêj eşkere bike û piştê li rêxistinên terorê bişkêne."

Altun di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da bal kişand, PKKya qeleş di serî da têkoşîna ku hêzên ewlekariyê li hundir û derva li dijî rêxistinên terorê didin, heta ku koka tehdîda terorê biqele, dê bi piştevanî û diayên milet va bidome.

Altun destnîşan kir, têkoşîna Türkiyeyê ne bi tenê dijî rêxistinên terorê her wisa dê dijî wan şexs û sazûmaniyan jî were domandin ku piştgiriyê didin terorê, paravaniya wan dikin,terorê normal û meşrû didin nîşan. Altun her wiha bal kişand, teror ne bi tenê bi terorîstên çek di dêst da, her wisa bi durûyên di dilqê sivîlan va jî hewil dide ku berga xwe fireh bike.

Altun bal kişand ku dewlet û milet dê destûrê nede vê yekê, dê tu wextî firsendê nede rêxistinên terorê û yên ku pişta wan dikin û wiha dewam kir, "Çi li Türkiyeyê çi jî li Sûriye û Iraqê yên ku dixwazin PKKyê meşrû bidin nîşandan, şirîkên van qatilan in. Bi destê yên ku rêxistina terorê PKKyê şermezar jî nakin û yên ku di daxuyaniyên xwe da navê rêxistina qeleş naynin ziman û diwazin wê tawanbar nîşan nedin, xwîna şehîdên me heye."

Altun diyar kir, rêxistina terorê PKK û alîgirên wê yên di dilqê sivîlan da bi tenê qatiltiya kirêkirî ya derdorên tarî dikin û xizmeta sazûmaniyên ku jê ra kole ne, dikin, ji xeynî vê yekê armanceke wan a din tuneye.

Fahrettîn Altun wiha got:

"Kesên ligel şaxên ku li gor hiyerarşiyê perçeya rêxistina terorê ne, disekinin, pirsên sereke careke din li benda bersivên wan in. Li hemberî bi qeleşî şehîdkirina welatiyên bê sûc û guneh û bê çek, hûn ê dîsa weke ku qet tiştek nebûye, dewam bikin? Em bi awayekî eşkere û zelal ji van xayînan dipirsin. Hûn ê piştgiriya ku hûn eşkere an jî veşarî didin terorê û xebatên xwe yên normalîzekirin û meşrûkirina van rêxistinan bidomînin? Jixwe wê bidomînin. Lewra ji efendiyên xwe wiha ferman hildane."

- "Em ê koka terorê biqelînin"

Altun destnîşan kir ku têkoşîna biryardar a ku Türkiye li dijî hemû rêxistinên terorê dide, seba ewlehî û hizûra herêmê jî pir girîng e û ew ê weke dewlet seba hizûr û ewlehiya her welatiyê xwe li dijî unsûrên çekdar û sivîl ên rêxistinên terorê bin.

Altun daxuyand, ew ê tu wextî destûrê nedin kesên ku dixwazin bi destê rêxistina terorê herêmê dîzayn bikin, her wiha ew ê destûrê nedin heweskarên ku dixwazin sînoran biguherînin û hizûra 100 milyonan merivan birevînin.

Altun wiha dewam kir:

"PKK bi guhertina nav va dixwaze ji sifetê rêxistinîbûna terorê xelas bibe, lê di rastiyê da em ê bi hemû hêza xwe ji hemû dinyayê ra bêjin ku PKK di rastiyê da çi ye, kê piştgiriyê didê, xizmeta kîjan armancên qirêj dike, li dijî welatê me û miletê me dijmintiyeke çawa dike. Em wan kesan pir baş nas dikin ku ji çendîn kîlomêtroyan dûr va piştgir û berdevkên rêxistinên terorê, rêxistinên terorê yên ku xwedî dikin, çawa kontrol dikin, çawa ferq û cudahiyê dixin navbera rêxistinên terorê û bi vî hawî peyê armancên şaş, beyhûde û xerab ketine. Türkiye wê kêliyekê jî nesekine û van têkiliyên qirêj derxe holê û hewl bide ku pişta hemû rêxistinên terorê bişkêne. Türkiyeya mezin û hêzdar bi pêşengiya birêz Serokomarê me wê ne destûrê bide rêxistinên terorê ne jî pêşiya xwedî, şax û piştgirên wan veke."

Altun got ku Xwedê rehma xwe li şehîdan bike, serê milet, malbatên şehîdan û eqrebayên wan sax be û wiha dewam kir: "Xwedê zewalê nede milet û dewleta me. Welat perçe nabe û wê nebe. Wê derbeyên giran li terorê bixe û bidomîne, em koka terorê biqelînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE